Gerîlayên HPG’ê: Em ê bi ruhê Zîlanan bi ser bikevin

Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku çalakiya Zîlanê li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker bû bersivek mezin û gotin: “Em ê bi ruhê Zîlanan bi ser bikevin.

Gerîlayên HPG’ê têkildarî 27 salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî dewleta Tirk çalakiya fedayî kir, ji ANF’ê re axivîn.

Firat Gezgor: Di 27 salvegera şehadeta heval Zîlan de, ez şehîdên meha Gulan û Hezîranê, heval Sema û fermanda me mezin Leyla Sorxwîn bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Kesê ku destpêkê komploya li hemberî Rêbertî ferq kirî, heval Zîlan bû. Tevî ku nû tevlî nava refên gerîla jî bûbû, ya ku Rêbertî baş fêm kirî heval Zîlan bû. Ji xwe piştî ku heval Zîlan çalakiya fedayî kir, Rêbertî got, ‘Zîlan fermandara min e’. Niha bi hezaran hevalên ku tevlî dibin, navê xwe dikin Zîlan û Bêrîtan. Hevala Zîlan ji bo me bû prensîbek. Em hemû deyndarê heval Zîlan in. Bi saya Rêbertî û heval Zîlan em gihiştine roja îro. Ez jî weke şopdarekî heval Zîlan, soz didim ku xeyal û armancên şehîdan bi cih bînin.

‘HEVAL ZÎLAN BI ÇALAKIYA XWE BÛ NEMIR’

Merwan Botan: Ez di kesayeta heval Zîlan de, hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Meha Hezîranê xwedî wateyeke pir girîng e. Ji ber ku di vê mehê de, li hemberî qirkirin û polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdistanê dihatin meşandin, li hemberî polîtîkayên teslîmgirtina jinê, heval Zîlan çalakiyeke dîrokî pêk anî. Ew çalakiya ku heval Zîlan pêk anî, hem li dijî van polîtîkayên qirkirinê û hem jî li dijî êrîşa ku li hemberî Rêbertî pêk hatî bû. Ev çalakî ji me jî bû heviyek ku em têkoşîna xwe geş bikin û bigihînin serkeftinê. Heval Zîlan di wê demê de, bi fikirek ewqas mezin xwe gihand nemiriyê. Ew çalakî ji bo dijmin bû bersiv ku kes nikare jinên azad teslîm bigire. Heval Zîlan ruhê fedayîtiyê diyar kir. Ew ruh di roja me de ye mînakeke ku kes nikare li hemberî wê bisekine. Dijmin çiqas teknîkeke xurt hebe jî, em ê bi ruhê Zîlanan bi ser bikevin.