Gerîlayên Ereb: Bila ciwanên Ereb berê xwe bidin Efrînê

Gerîlayên Ereb ên tevlî nava refên HPG'ê bûn gotin, aqûbeta artêşa Tirk a dagirker wê mîna ya DAÎŞ'ê be û bang li hemû ciwanên Ereb kirin ku cihê xwe di nava berxwedana Efrînê de bigirin.

Gerîlayên HPG'î yên Ereb işaret bi berxwedana li dijî dewleta Tirk a barbar kirin û gotin, dewleta Tirk li Efrînê wê têk biçe.

Bi navê gerîlayên Ereb ên li nava refên HPG'ê Serdem Qamişlo daxuyanî da û bi bîr xist ku piştî zilma rejîma Esed û çeteyên DAÎŞ'ê, bi bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd ew tevlî nava refên gerîla bûne. Qamişlo diyar kir, ji bo jiyaneke wekhev û biratiya gelan wan serî li ber rejîma Esad netewand û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê jî şer kirin. Qamişlo destnîşan kir ku wê ti carî nehêlin ku Efrîn bê dagirkirin.

NAMÛS Û ŞEREF E

Qamişlo bi bîr xist ku wan Reqa ji DAÎŞ'ê paqij kirine û niha jî derba dawî li Dêra Zorê li DAÎŞ'ê tê xistin û got, "Me DAÎŞ bi derbeke giran têk bir. Li Kobanê me kir ku çeteyên Tirk poşman bibe. Li Efrînê jî em ê li dijî dewleta Tirk li ber xwe bidin û wan têk bibin. Bila gumana kesî ji vê nebe. Em bang li hemû ciwanên Ereb dikin ku cihê xwe di nava 'Berxwedana Serdemê' de bigirin. Ev berxwedan berxwedana namûs û şerefê ye, berxwedana parastina cih û warên xwe ye."