Gerîlayê YRK bang li ciwanan kir: Dema serhildana ye

Gêrîlayê YRK’ê Rêwar Melîkşah destnîşan kir ku pêwîste gelê Kurd li hemberî polîtîkayên parçekirin û dagirkirina hezên herêmê hîşyar bin, bibin xwedî helwest û bang li ciwanan kir ku li hember polîtîkayên dijminahiyê serî rakin.

Gêrîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kudistanê (YRK) têkildarî nasîna xwe ya tevgera azadiyê û bandora ku li ser kiriye, di heman demê de êrîşên dagirkeran li ser gelên herêmê û bi taybet li ser gelên Kurd û pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ji ANF’ê re nirxand.

Gêrîla Rêwar Melîkşah ku bi esilê xwe Kelhor a Îlamiyê ye diyar kir ku ji ber ew ji malbatekî welatparêze û ji malbata wî beşdarbûnên nava tevgera azadiyê pirin, naskirinekî wî ji zaroktî ve bi tevgera Azadiyê heye.

Her wiha ji ber ku hevalên Rêwar û kesên derdora wî her dem behsa PJAK’ê û tekoşîna ku ji bo Kurdiyetê kirine, bandorek mezin li ser wî çêbûye û wiha got: “Ji zaroktî ve gêrîla bala min kişandibû û ji derdora xwe bandor bibûm. Lê piştî şehadeta hevrê Şahan Melîkşahî min biryara xwe da ku beşdarî nava refên azadiyê bibim û tola hemû şehîdên Kurdistanê rakim û çeka şehîdan li erdê nehêlim. Hêvîdarim ku layiqê wan şehîdan bim ku bikaribim bi ser bilindî çeka şehîdan bilind bikim û rizgariya Kurdistanê bi çavên xwe bibînim.”

Gêrîla Melîkşah bal kişand ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û wiha pêde çû: “Kurdistan hatiye dagirkirin. Çi dewleta heyî hêza xwe derxistiye û li dijî Kurdistanê û gelê wê û berxwedêrên wê bikar tînin. Em jî wekî gêrîlayên azadiya Kurdistanê bersiv didin û nahêlin ku ew dagirkeran, dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berfireh bikin. Em nahêlin ku gelê me li jêr desthilatdariya wan bimînîn. Daxwaza me ew e ku gelê me xwe bixwe birêve bibe û dagirkeriyê qebûl nekin. Em jî dixwazin ku gelê me wekî me li himber dagirkeriyê bisekinin. Em dizanin ku gelê me jî azadiya Kurdistanê di astekê herî jor de dixwazin, ji bo wê jî pêwîste têkoşîn bikin”.

Gêrîlayê YRK’ê Rêwar Melîkşah destnîşan kir ku hêzen dagirker li Kurdistanê her cûre êrîşan bikar tinin daku bikaribin Kurdistanê dagir bikin û ev nirxandin kir: “Dewletên dagirker Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraq û ew dewletên ku destek didin wan, armancên wan ew bû ku Kurdistanê perçe perçe bikin, tiştekî bi navê Kurdistanê li holê nehêlin. Pêwîste gelê me fêm bike ku ev dijmin dixwaze çi bike? Dagirkeran hemû serwet û bereketa axa me ji xwe re girtiye û gelê me di bin feqîrtiyê û hejartiyê de hiştiye. Daristanên me li her beşê Kurdistanê dişewîtînîn, talan dikin û gelê me rojanê qetil dikin. Em îro li vir dijberê van hemû hezên dagirker, em tê dikoşin û em ê her têkoşîn bikin. Em ê nehîlîn ku tu carê hêzen dagirker bigihêjin armacên xwe. Lê pêwîste ku gelê me ji li hemberî dijminê xwe hişyar be daku fêm bikin ku çi dijminatiyê li ser me dike.”

Gêrîla Melîkşah bal kişand ser pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û wiha domand: “Ji bo azadiya Rojhilata navîn û bi taybet ya Kurdistanê, felsefeyek derket. Ew felsefe jî ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ve hate pêşxistin. Lê mixabin em dibînin ku dewletên dagirker ji bo ev felsefe belavî cîhanê nebe, serî li her rê û rêbazan didin. Ji bo pêşiya vê felsefê bigrin tecrîdek mutlaq li ser Rêber Apo didin meşandin. Pêwîste em wekî Kurdek û wekî mirovekî ku li Rojhilata navîn dijî, vê felsefa ku ji bo Kurd û Kurdistanê û ji bo azadiya hemû netewan hatiye pêşxistin, ji nava zindanan derxînin û li giştî cîhanê belav bikin. Pêwîste gelê Îlam û giştî ciwan serî hildin û têkoşîn bikin. Ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya serok Apo a fîzîkî bibin bersivek li himber dagirkeran.”

Gerîla Rêwar Melîkşah da xyakirin ku pêwîste gelê Kurd li hemberî polîtîkayên parçekirin û dagirkirina hezên herêmê hîşyar bin û xwediye helwest bin û got: “Îro hemû sermaya Kurdistanê di bin destê dagirkeran de ye, lê gelê Kurd birçiye û ciwanên wan jî bê karin. Ev yek li her devere Kurdistanê tê kirin. Lê Îran di vî mijarê de taybet kar dike. Tevî ku neftê herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê ye, lê mixabin ciwanên Kurd ji ber xizaniye dinalin û her roj li ser sînoran ji ber kolbertiye dikin tên kuştin. Ji bo ciwan serî ranekin rejîma Îran bi madeyên hişber ciwanan pûç dike. Rejîm dibêje; ‘Meşrûb vexwin, dizî bikin û her tiştî bikin, lê bi siyasetê re mijûl nebin.’ Gelo çima em nebin bi siysetmedar? Çima em nizanibin dîroka me çiye? Çima em nizanibin kî dijminê me ye û kî dostê me ye? Rejîma Îran dixwaze me ji rastiya me dûr bixîne. Şerê xwe yê teybet li ser Îlam û Kirmaşan pir zêde kûr kiriye û dixwaze ji Rojhilatê Kurdistan cuda bike û wekî Faris bide nîşandan. Pêwîste gelên Îlam li hemberê wê dagirkeriyê bersivek dide. Gelê Îlam bi Kurdbûna xwe tê naskirin, bi biratiya xwe tê naskirin. Lê belê dagirkerî ewqas pê lîstiye û sîstema xwe li ser meşandiye gel gihîştiyê wê astê, êdî rastî û dirawan ji hevdu dernaxîne. Pêwîste gelê Îlam bizanibin ku soran, kurmanc, kelhor tev yeke û em hemû Kurd in.”

Herî dawî gerîla Melîkşah bang li hemû gelên herêmê kir ku dagirkeriya heyî qebûl nekin û serî li himberî van hêzen dagirker rakin û got: “Pêwîste gelên Kurd, Belûc û Faris li himberî wê dagirkeriyê bisekinin û deshilatdariya li ser gelen tê meşandin qebûl nekin û li hemberê van êrîşan bibin yek.”