Gerîlayê MLKP'ê: Em ê rê nedin mêtingeriyê

Gerîlayê MLKP'ê Mûnzûr Baran ê li Zagrosan şer dike, destnîşan kir ku dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst mêtinger ji serî heta binî riziyayî ye, bûye mafya û got, wê ti carî rê nedin vê dewletê û hevkarên wê.

Gerîlayê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Mûnzûr Baran destnîşan kir ku wê ti carî rê nedin ev xaka bûye hêviya gelan bê dagirkirin û qirêjkirin.

Gerîlayê MLKP'ê Mûnzûr Baran ku tevî gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide, ji ANF'ê re axivî. Mûnzûr Baran anî ziman ku êrişên li ser Hêrêmên Parastinê yên Medyayê lingekî girîng ê 'Plana têkbirinê' ye û got, "Dewleta bûrjûva ya faşîst mêtinger a Tirk ku ji serî heta binî riziyayî ye, bûye mafya û rêveberê vê dewletê; desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon ji bo karibin li ser piyan bimînin û desthilatdariya xwe dewam bikin sûc dikin. ji bo sîstema wan a faşîst mêtinger li ser piyan bimîne hewl dide Tevgera Azadiyê ya Kurd û pêşengên şoreşger sosyalîst tafiye bikin."

PIŞTEVANÊN HERÎ MEZIN ÊN REJÎMA TIRK

Mûnzûr Baran diyar kir ku hêzên emperyalîst ên ku ji bo parastina rejîmên depotîk ên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn heta niha her tişt kirine, îro jî ji bo heman desthilatdariyan li ser piyan bihêlin bi her awayî piştgiriyê didin wan û destnîşan kir ku piştevanên herî mezin ên van êrişên dagirkeriyê, ev hêzên emperyalîst in.

Mûnzûr Baran diyar kir ku di serî de DYE, Elmanya, Îngilistan, dewletên Îran û Iraqê piştgiriyê didin vê planê û ji bo serxistina 'Plana têkbirinê' piştgiriya leşkerî û îstîxbaratî didin.

ÊRIŞA JI BO ŞIKANDINA HÊVIYA BINDESTAN

Gerîlayê MLKP'ê Mûnzûr Baran destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de li hemberî gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e, ji bo pêşîgirtina li Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Tirkiye-Kurdistanê ye û got, "Ev êriş ji bo şikandina hêviya gelên bindest e. Ev êriş di heman demê de polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst mêtinger a bi navê Osmanişya nû ya li Rojhilata Navîn e. Partiya me MLKP van êrişan bi vî rengî dinirxîne û hêza xwe jî bi vî rengî li hember bi kar tîne."

'WÊ NIKARIBIN VÊ XAKÊ GEMARÎ BIKIN'

Gerîlayê MLKP'ê Mûnzûr Baran destnîşan kir ku weke gerîlayên MLKP/FESK'ê ewê ti carî nehêlin ku ev xaka bi xwîna Yilmaz Selçûk, Roza Rênas, Sarîn Awaz û bi sedan hevrêyên wan hatiye avdan û bûye hêviya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dagirkeriyê bê qirêjkirin. Baran Mûnzûr got, "Em tevlî berxwedana dîrokî ya gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û hêviya gelên xwe biparêzin, mezin bikin. Em ê li ser şopa lehengên Mamreşo û Zendûrayê bin ku rê nedan mêtingeriyê."

BERXWEDANEKE DÎROKÎ HEYE

Mûnzûr Baran diyar kir ku piştî serkatina Garê li Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Zapê dîrok hatiye nivîsandin, li dijî dewleta Tirk a faşîst mêtinger û çekên kîmyewî yên NATO'yê, berxwedaneke dîrokî heye û got, "Hêviya artêşa Tirk a faşîst û nokerên wan li hemberî berxwedana destanî ya gerîla têk çûn. Divê gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji medya şerê taybet psîkolojîk a dewleta Tirk a faşîst bawer nekin. Desthilatdariya faşîst windahiyên xwe eşkere nake. Bi her cûreyî çekên kîmyewî bi kar tînin. Em ê ti carî rê nedin dewleta Tirk a bûrjûva ku ji serî heta binî riziyaye û bûye mafya. Em ê nehêlin ku ev dewlet û nokerên wan serketinê bibînin."