Gerîlayê ku çiya ji bo wî bû mal, mesken û çeper: Îrfan Dîrok

Şoreşgerê pêşeng Îrfan piştî ku bi fikrê Serokatî re xwe kiribû yek, bi hevrêtiya gerîlayên PKK re bûbû yek, dema hevaltiya PKK û hêza çiyayên Kurdistanê jî girt pişta xwe edî ji bo wî tenê bi gel re yekbûn esas bû.

Ew bi hev re xwe westandin û bi hev re têdikoşiyan ji bo azadiya Kurdîstanê. Ji bo zilm û dagirkeriyê bidin sekinandin bi hev re çek rakirin. Kampa Serokatî bû meskenê wan a yekîtiyê ku dikarîbû zilm û dagirkeriyê bide sekinandin.

Sala 1980 û 1990 bû, ew salên ku di hêla cîhanê de sosyalîzm paşde diçû lê belê li dîjberê wî li Kurdistanê Tevgera PKK’ê her diçû, bi pêş ve diçû bûn. Tim bi pêş ve çû. PKK bû sembola xwe îfade kirinê, sengera xwe parastinê. Cewhera sosyalîzma rast û sosyalîzma modern bû Tevgera Azadiyê. Dagirkerî û mêtîngeriya dewletan li her çar perçeyên Kurdistanê zêdetir xwe da pêş. Li dijberî tevgerên azadîxwaz û çepgir pêngavên tesfiyê û tunekirinê pir bi pêş diket. Kesayetên ku li dijberî wî xwestin helwest nîşan bidin rêya Saha Serokatî yan jî rêya çiyayên Kurdistanê ji xwe re esas dîtin. Yek ji wan ku di sala 1991’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe û cih û warê xwe parastinê li hembêza çiyayan hildibijêre Îrfan Dîrok e.

Îrfan Dirok sala 1979’an li Merdînê ji dayik dibe. İrfan dixwaze bi wate bijî. Îrfan dixwaze cihê xwe di cîvaka polîtîk de ava bike.

‘BI ŞEHÎD Û NIRXÊN HEYÎ RE GIRÊDANBÛNA MIN ZÊDETIR KIR’

Îrfan Dîrok bi wan gotinan behsa naskirina xwe ya partî dike:

 “Sala 1989’an destpêkê naskirinekî hestiyarî çebû. Ez ji tevgera PKK bandor bûm. Pîştê tevlîbûna min ya partiyê min başter rewşa di civakê de heyî fam kir. Koletiye ku li ser civaka me dihat farz kirin, min ew derxist zanabûnê. Bi şehîdan re, bi nirxên ku heyî re girêdanbûna min her diçû zede bû.”

Gelo çîma çiya, çiya tê çi wate yê û çiya çi dida wan kesan û Îrfan Dirok çi jî çiyayên Kurdistanê fer bû?

Heybeta çiyan xwe di şexsê hinek mirovan de dide jiyîn. Mirovên ku jiyana xwe dane lêgerîna jiyana rast û jiyana azad heybeta çiyan dide jiyîn. Mirovên ku di her kêlî de, di her aliyan de xwe li gorî pêdiviyên jiyana nû û rastiya şer veguherînin dibin avakerê heybeta çiyan. Jiyana rast bi kedkarî, bi civakbûna rast, bi xwe perwerde kirin, bi lêgerînan û azweriyên mezin re gengaz dibe. Yên ku jiyana rast û têkoşîna heqîqetê hilbijartine baş dizanin ew jiyan di nav zor û zehmetiyên xwe de çiqasî coş û moral bi xwe re tîne. Gihîştina rastiya wateya jiyanê, fehmkirina jiyana rast û lêgerîna azadiyê di xeta Serokatî de gengaz dibe. Li ser rêya wî meşandin, bi tarzê wî fîkirandin, bi wî re tekoşîna azadiyê meşandin heybeta wan çiyayên Kurdistanê diyarker dike. Bangawaziya Serokatî ji bo jiyana rast û tekoşîna azadiyê bi hezaran kes kişandiye wan çiyayên bilind û asî. Yek ji wan ku heybeta wan çiyayan dizane, jiyaye û derxistiye zanistê, Fermandar Îrfan Dîrok, bi navê xwe yê malê Akîf Turan e.

ÇIYA DIBE MAL, SENGER Û JIYANA WÎ

Îrfan Dîrok, xwe bi çiyayên Kurdistanê re dike yek. Çiyayan dibin mala wî, sengera wî û jiyana wî. Çiyayên Botan, Heftanîn, Qandîl û Gare bi xwîdan û kedkariya Îrfan Dirok serbilind û asîbûna xwe diparîzên. Îrfan Dîrok wisa wiha Serokati dike: ‘Rêber Apo bi pradîgmaya ku pêş xistî nîşan me da bê ka wê çawa pêşengtî bike. Me xwe li ser xeta Rêber Apo û şehîdan de kûr kir; lê dîsa jî em kêm dimînin.’

Kesên ku bi taybetmendiyên çiyan re dibin yek, bi xweza re dibin yek, dikarin xwe ji taybetmendiyên çep a bajaran paqij bike û xwe di xwezayî bûna xwe de bibîne. Kesên ku bi çiyan re dibin yek bi civakê re jî dibin yek, bi xwe dibin beşekî rast û paqij ya civaka rast û bi pîvan. Samîmî, durust û cîvakî bûn dibe navê gerîlayên salan Îrfan Dîrok.

‘GOTIN Û KIRYAR YEK BÛ’

Fermandare HPG'ê Heqî Armanç têkildarî kesayeta gerîla Îrfan Dirok wiha dibêje: ‘Jiyanekî wî wisa xwezayî hebû ku dema bi hevrêyên xwe re diaxivî her kes guhdar dikir. Wekî pratîka xwe diaxivî, gotin û kiryar yek bû. Li ser têkoşîna bi salan a li Botanê derbas kirî daxivî û ji bo hevalên xwe qala hevrê û jiyana gerîla dikir.’

Çiyayên Kurdistanê bi dar, kevir, av, berf, bax û bostanên xwe, zozan, dol û deştên xwe bê navber civaka Kurd himbêz kiriye. Dîroka çiyayan li Kurdistanê wisa hatiye nivîsandin. Di nav birçîbûn, zilm, zordarî, di nav tunebûn û şer de, di her keliyê de bûye bersiva gelên heremê û di himbêza xwe de parastiye. Kedên herî mezin di dîroka Kurdistanê de di nava çiyayên wê de ne. Ji ber wê jî kesên di wan çiyayan de dijin bi kedkarî û bi yekbûn dijin. Ked dayin û afrînerî dibe navekî wan. Mirov ne tenê bi navê xwe, bi taybetmendî û pratîka xwe jî tên naskirin û tên dayîna nasin. Hevrê Îrfan Dîrok jî di nav hevrê û gelê Botanê de bi kedkadriya xwe û bi yekbûna xwe ya li hember civakê xwe bi me re dijî.

‘KEDKAR Û FEDEKAR BÛ’

Fermandara YJA-Starê Ferîda Alkan wiha qala Îrfan Dîroke dike: ‘Li kûderê pêwîstî bi wî hebe hevrê Îrfan xwe digihand wir, tevlî dibû; kar dikir û her kedekî mezin dida. Dayîna canê xwe jî bes nedîdît. Kareketerê wî yê kedkar û fedekarî pir li pêş bû.’

Şoreşgerê pêşeng Îrfan piştî ku bi fikrê Serokatî re xwe kiribû yek, bi hevrêtiya gerîlayên PKK re bûbû yek, dema hevaltiya PKK û hêza çiyayên Kurdistanê jî girt pişta xwe edî ji bo wî tenê bi gel re yekbûn esas bû. Ji ber wê jî bi salan bi coş û kelecanekî mêzin li herema Botanê xebat meşand. Xwe bi gelê heremê re kiribû yek. Şoreşgerekî xwe fedayî gelê xwe kiribû û cihê xwe di dilê gel de çêkiribû.

Di jiyana xwe da her çiyayek, her zîndiyek, her mirovek dixwaze xwedî rol û misyonekî be. Wateyekî wê jiyanê pewîste hebe. Jiyanekî, seknekî, terzekî bi bandor dixwaze her kes di pişt xwe de bihêle. Jiyana çiyayan Îrfan Dîrok li pratîkên direj, li Akademiya Mahsum Korkmaz û li Ocexa PKK fer bûbû. Her gerîlayekî PKK, her fermandarekî, her dostekî li pişta xwe şop û bîraninên kûr dihele. Îrfan Dîrok jî wîsa bû û hata naha jî xwe li çiyayên Kurdistanê dide jiyîn.

Cesaret nekirin xwe bidin hember asî û serbilindbûna wan çiyayên Kurdistanê. Cesaret nekirin bi xwe werin û şer bikin. Cesaret nekirin li çavên Fermandarê HPG’ê Îrfan Dîrok binêrin û şer bikin. Ew bi nankortî, bi hîlê û namerdî di 1’ê Tîrmeha 2018’an de tevlî karwanên nemiran dibin. Wan Îrfanek şehîd xistin, li belê bi sedan Îrfan îro li ser wan çiyayên Kurdistanê soza tolhildanê didin û mîrasên wî didin jiyîn. Kenê, henek, nîqaş û keda wî li wan dol, zozan û çiyayan kêm nabe. Her di nav gerîlayên azadiya Kurdistanê de tê jiyîn.