Gerîlayê ku bi saxî ji êrişa PDK'ê xilas bû; Hakî Zîlan axivî

Yek ji 7 gerîlayên ku dawiya meha Tebaxê ketin kemîna PDK'ê Hakî Zîlan, qala hevalên xwe yên şehîd bûne, kir.

Di şeva 28-29'ê Tebaê de koma ji 7 gerîlayan, dema ji herêma Qendîlê derbasî Behdînanê dibû li ser Çemê Zê ketin kemîna hêzên PDK'ê. HPG'ê roja 3'ê Cotmehê ev daxuyanî dabû: "Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir."

Hakî Zîlan ê bi saxî ji êrişê rizgar bû, piştî ku 16 rojan meşiya gihîşt hevrêyên xwe. Gerîla Hakî Zîlan qala hevalên xwe yên şehîd bûn, kir:

"Beriya ku ez bikevim nava vê koma ku were Behdînanê, min hevalên komê nas nedikirin. Cara yekemîn min heval li wir nas kirin. Beriya ku em bi rê bikevin demekê em bi hev re man û hevdu nas kir. Lê di vê pêvajoya demkurt de danûstandinên me jî gelek çêdibûn. Koma me xwedî moral û xeyalên mezin bû. Hemû hevalên di koma me de xwedî tecrûbeyên jiyanî û şerê gerîlatiyê bûn. Heval Şoreş Mêrdîn hevalekî kevin bû, li çiyayên Kurdistanê bi dehan salan mabû û kedeke mezin dabû. Heval Şoreş demeke dirêj li herêma Behra Reş û qadên Bakurê Kurdistanê yên wekê Dersîmê mabû. Heval Şoreş di şer de jî berdêlên giran dabûn. Çavekê wî di pratîkên şer de birîndar bibû û protez bû. Me her daîm dixwest ku hevalê Şoreş qala bîranînên xwe yên Behra Reş bike. Jixwe wî jî ji me re her qala jiyana di nava tunebûnê, bêderfetiyê, zor û zehmetiyê dikir. Çawa ku me navber dida meşa xwe, heval Şoreş dest bi bîranînên xwe dikir.

Rêzanên koma me hevrê Serdem û Şoreş Colemêrg bûn. Heval Serdem hevalekî rûgeş bû û bi morala zêde cihê wî her tim diyar bû. Kelecana wî gelek bû û nedizanî bisekine, gelek aktîf bû. Heval Serdem gelekî kedkar bû. Mînak di rê de jî barê herî giran ê wî bû. Rexmî ku hewildanên me yên alîkariyê çêdibûn jî, wî nedihîşt ku em barê wî rabikin. Hevalê Serdem her tim li hevrêyên xwe difikirî û li gorî vê nêz dibû. Heval Serdem di meşê de jî pêşeng bû û her tim li pêşiya me dimeşiya.

Hevalê Şoreş Colemêrg jî rêzan bû. Hem heval Şoreş hem jî heval Serdem xwedî xeyalên çûndina qadên şer ên Bakurê Kurdistanê bûn. Her tim ev xwesteka xwe dianîn ser zimên. Lê derbaskirina hevalên xwe jî weke erkeke girîng didîtin û bi vê hesasiyetê nêz dibûn. Lehûrbûnên hevalan her daîm li ser rakirina barê rexistinê bû. Heval Şoreş Colemêrg jî her tim bi kelecan bû û xwe ji bo pratîkên giran amade dikir. Bi beşdariya xwe dixwest bersivê bide pêvajoyê. Di meşê de erka heval Şoreş jî ew bû ku li dawiya komê bimeşe û ji piştê ve komê biparêze. Lewma piranî caran di dawiya komê de dimeşiya.

Hevalê Brûsk Munzur hevalekî gelek kedkar bû. Me demekê beriya rêwîtiyê hevdu nas kir. Rastî jî biçûya ku derê yekser beşdarî jiyanê dibû û di vê hêlê de pêşengtî dikir. Dîsa di xwedîderketina nirxên partiyê de bi berpirsiyarî nêz dibû. Hevalê Brûsk xulekeka xwe jî, vala derbas nedikir. Teqez tiştek diafirand, çê dikir û ked dida.

Di koma me de du hevalên jin hebûn û rengê wan diyar bû. Hevala Axîn di jiyanê de bi coşa xwe dihat nas kirin. Ji Bakurê Kurdistanê bû, lê ew bi xwe li Başûrê Kurdistanê mezin bibû û ji wir beşdarî tevgerê bibû. Xwesteka xwe ya çûyîna çiyayên Dersîmê pir bû. Hevala Axîn herî zêde ji govendê hez dikir. Bi rastî jî wê dikarîbû bi rojan bênavber û bêyî ku jê aciz bibe govendê bigeranda. Heger ku serçopî nebûya govend jî nedigirt. Ewqasî lê dihat. Jixwe di gerîla de weke kevneşopiyekê ye, beriya ku derkeve rêyeke dirêj an jî biçe çalakiyekê teqez govend digerîne, moralê çêdike. Me jî beriya ku em derkevin rê govenda xwe ya dawî girt.

Min hevala Tolhildan jî di vê rêwîtiyê de nas kir. Mînak dema ku em di rêwîtiyê de bûn, hin caran ji dûr ve ronahiya bajaran xuya dikir. Carekê hevala Tolhildan got: 'Ez bawerim dema ku mirov ji hêla bajar ve li wan çiyayan dinêre, rêwiyên çiyayan nabîne. Ma wê aniha kî bizanibe ku 7 gerîlayên azadiyê li ser wan çiyayên ku lê dinêrin dimeşin'. Hevalê Şoreş Merdîn jî wisa li ser gotinên hevala Tolhildan zêde kir: 'Ya ku di vir re derbas dibe, tenê ne komeke gerîlayan e, di vir re dîrokek derbas dibe'. Ma ew çavên ku li çiyayan dinêrin, wê ji ku derê zanîbana ku sê rojên dîtir li van deveran ev koma gerîla şehîd ketiba. Ma wê ji ku derê zanîbana ku gerîlayên di şevên tarî de xuya nakin, bi dil û can her daîm li gel wan in.

Di rê de ya ku dihîşt ku ez xwe li ser lingan bigrim û bimeşim bîranînên bi wan 6 hevalan re bû. Min her wisa hîs dikir ku ew heval di rêwîtiya min de hê jî li gel min in û riya rast nîşanî min didin. Carnan ez li ser şiveriyan dimeşiyam û hevala Tolhildan re di nava nîqaşeke germ de bûm. Carnan min bi şev, dema ku ez diwestiyam hevalê Brûsk li kêleka xwe hîs dikir. Hîskirina min a wan hevalan hêza têkoşînê dida min û ez didam meşandin. Çavên min her li ser şiveriyên kevin bû, li ser malzemeyên hevalan ên weke perçeyekî gabardin an jî mekapeke kevin bû. Li ser vî esasî ez bi rojan di rê de yanê di araziyê de mam. Piştî meşa bi rojan min di bin tehtekî de parkeyekî mîna yê hevalan dît. Min ji vê hêviyeke pir mezin girt û fêm kir ku ez gelek nêzî cihê hevalan bûme. Êdî ez dol bi dol, kevir bi kevir li hevalan digeriyam. Di van kêliyan de bîranînên ku hevalê Şoreş Merdîn li hêrêma Behra Reş jiyan kiribû, dihatin bîra min. Ji ber ku hevalên me li Behra Reş gelek car bi rojan û mehan bi tena serê xwe mane, birînên xwe bi xwe derman kirine, tî û birçî mane, lê dîsa jî têkoşîna xwe domandine. Min jî ev tecrûbeyên mezin ên hevalan ji xwe re mînak digirt. Êdî ez dar bi dar li hevalan digeriyam. Min xwe berda nava daristanekê. Di nava vê daristanê re şiveriyek derbas dibû. Min ev şiverê şopand û di carekê de ez bi du hevalên jin yên ku di bin darekê de rûniştîbûn re rû bi rû hatim. Dîtina hevalan kêfxweşiyekê bêpênase û mezin di min de ava kir. Min wisa hîs dikir ku ez ji nû ve beşdarî partiyê bûme û hatime dinyayê. Ji beşdariya partiyê jî zêdetir min kêfxweşiyek jiyan kir. Min qîr dikir û dipirsî: 'Hûn heval in?' Digotin: 'Erê, erê em heval in'. Min dubare dubare çend caran heman pirs ji hevalan dipirsî. Min bûyer ji hevalan re vegot. Her du heval jî bi xwe gihandina min ketin nava şoqeke mezin. Dema ku min dîrok û roj ji hevalan pirsî, min fêm kir ku ew 16 roj bûn ku ez di rê de bûm. Dibe ku ew tesadûfeke pir bi wate be, ji ber ku ew hevalên ku ez rastî wan hatim; navê yekê Hêvî û navê yekê jî Roj bû. Ji bo min ew dihat vê wateya ku ez bi hêviyekê mezin ber bi rojê, ango partiye ve meşiya me."