Gerîlayê ji Roboskî: Armanc Kurd hemû bûn

Kekê Andok Cîhan Roboskî, Cîhan di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da. Andok piştî 3 salan tevlî nava refên gerîla bû û destnîşan dike ku armanca komkujiyê Kurd hemû bû.

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê komkujiyeke mezin kir. Tevî 20 zarokên kêmî 18 salî bi giştî 34 Kurd bi balafirên şer ên Tirk hatin kuştin. Piştî vê komkujiyê tevlîbûna ji herêmê ya li nava refên gerîla zêde bû. Yek ji beşdaran jî birayê Cîhan, Andok e.

Andok Cîhan Roboskî sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Roboskî diyar kir ku ew ne bi çavê mexdûriyeta şexsî, lê bi çavê gelê xwe li mijarê dinere.

Gerîlayê HPG'ê Andok Cîhan Roboskî anî ziman ku bi komkujiya Roboskî re hewl hate dayin otorîteya dewletê bê rûniştandin û got, "Roboskî bi qaçaxçitiya li ser sînor debara xwe dikir. Di hilbijartina giştî ya 2011'an de partiyên dewletê deng jê negirtin. Li ser vê yekê, ji bo gelê Kurd ceza bikin mesajeke bi vî rengî ya bi xwîn dan."

Andok anî ziman ku hedefa komkujiya Roboskî ne tenê şêniyên Roboskî bû û wiha dewam kir: "Komkujiyeke ku li tevahiya gelê Kurd hate kirin. Ez bi xwe jî li wir bûm. Tevî gundî û xizmên xwe em baş zanin bê niyeta dewletê çi ye, xwest çi bike û çima komkujiyeke wiha kir. Îdîa 'Me îstîxbarat girt, PKK'yî li wir bûn' îdîayeke hema ji ber xwe bû. Xwestin mesajê bidin gelê Kurd, herêma Roboskî bitirsîne û bi vî rengî li ber PKK'ê rakin. Em li gorî dilê wan tevnegeriyan. Hişmendiya bi saya PKK'ê afirî, gelek astengî ji holê rakir."

Andok ku sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû got, "Rêya rabûna li ber faşîzmê ev e. Bêguman windakirina kekê xwe Cîhan min hê bêhtir hêrs kir."