Gerîlayê HPG'ê ku li Gabarê şehîd bûbû hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Kahraman Sunar (Egîd Timok) ku Gulanê li Gabarê ya Şirnexê di şer de şehîd bûyî, piştî bi mehan cenazeyê wî dane malbatê. Cenazeyê Sunar hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Kahraman Sunar 11'ê Gulanê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Sunar rakiribûn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Dewleta Tirk piştî bi 4 meh û nîvan cenaze da malbatê.

Malbata gerîlayê HGP'ê 28'ê Îlonê çû morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û cenaze stand.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sunar li li taxa Timokê ya navçeya Hezo ya Êlihê hate veşartin. Cenaze bi tevlêbûna malbatê û gel hate veşartin.

Dema veşartina cenaze gelek polîsên Tirk hazir bûn.