Gerîlayê HPG’ê Haydar Gul hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Haydar Gul ê ku li Dêrsimê di şer de şehîd bû, cenazeyê wî hate veşartin.

Di 9’ê Gulana 2019’an de li Kûtûdereya Dêrsimê gerîlayê HPG’ê Haydar Gul (Baran) di şer de şehîd bûbû. Piştî ku cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê otopsî li ser hate kirin, malbata wî cenaze wergirt û anî Dêrsimê.

Ji bo gul li Mala Cemê ya Dêrsimê merasîm hate lidarxistin. Hevserokên HDP’ê yên Dêrsimê Xidir Çîçek û Ozlem Toprak jî di nav de gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Gul li Goristana Şaredariyê ya Dêrsimê hate veşartin.