Gerîlayê HPG’ê Ahûxos Şengal di encama qezayekê de şehîd bûye

Fermandariya HPG’ê ya Şengal, ragihand ku gerîlayê HPG’ê Îsa Ahnûxos ê bi nasnav Demhat Dambat di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku gerîlayê HPG’ê Îsa Ahnûxos ê bi nasnav Demhat Dambat di 17’ê Hezîranê li Gundê Xanesor a Şengalê di encama qezayekê de şehîd bûye.

Di daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Şengalê de ev tişt hate gotin: “ 17’ê Hezîranê li Gundê Xane Sorê ya Şengalê di encama qezayekê de Demhat Dembat jiyana xwe ji dest daye.

Hevrê Demhat ê ku ji Rojhilatê Kurdistanê di sala 1992’an de hatiye dinê, sala 2013’an beşdarî nava refên HPG’ê bûye û sala 2015’an de jî derbasî nava hêzên me yên li Şengalê bûye. Hevrê Demhat ê bi beşdariyekî xûrt û cesaretekî mezin pratîkekî şer a bi hêz bi rêve dibir, di heman demê de ji bo pêdiviyên civaka şengalê bi cih bîne û birêxistinkirinê de, di gelek xebatan de cih girt.

Hevrêyê me Demhat ê di çêkirina Baxçeyê Rêbertiyê yê li Gundê Keste yê Şengalê ku 24’ê Nîsanê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bomberdûmankirin, ji bo hemû hevalan bû mînak.

Di şer de 2 caran birîndar bû, tevî vê jî heval Demhat di refên herî pêş ên şer de bi israr bû, di encama qezayekê de şehadeta heval Demhat cihekî pir xedare.

Weke hêzên HPG’ê yên Şengalê, di serî de serê malbat hevrê Demhat ê xwedî seknekî rûmet û cesûr û hemû gelê me sax be, em soza şopandina rêya şehîdan didin.

Nasnameya hevrêyê me yê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Demhat Dembat

Nav û Paşnav: Îsa Ahnûxos

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Navê Dayikê- Bav: Aysan- Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/17’ê Hezîrana 2017