Gerîlayan name ji Yagiz, Tok û Mehmûd re şandin

Gerîlayan name ji berxwedêrên greva birçîbûnê Fadîle Tok, Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd re şandin û gotin, "Ji her demê bêhtir em nêzî serketinê ne, serketin a me ye."

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz 160 roj, endama Meclîsa Îştarê ya li Mexmûrê Fadîle Tok 100 roj, Herêm Mehmûd ê li navçeya Kelarê ya Germiyanê jî 65 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Gerîlayan name ji berxwedêrên greva birçîbûnê re şandin.

Di nameyê de hate ragihandin, nêrînên Ocalan roj bi roj bi cih tên anîn û bang li gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku dawî li bêdengiyê bîne.

Di nameyê de hate gotin, "Em çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Rêber Apo hêviya azadî û serketinê zêde kir. Di şexsê Rêber Apo de gel û neteweya Kurd, demokrasî û azadî tên tecrîdkirin. Dixwazin dilê bi milyona mirovî li zindanan tecrîd bikin. Lê nizanin ku di dilê bi milyonan însanî de yên azadiyê dixwazin fikrên Rêber Apo hene û roj bi roj ev fikir zindî dibe.

Banga me li gelê Başûr ew e ku dawî li vê bêdengiyê bîne. Em hemû bi nêrîneke hevpar xwedî li Rêber Apo û xaka xwe derkevin. Em ê bi hev re bigihêjin armanca xwe, bi ser bikevin û azadiya Rêber Apo ragihînin. Em ê azadiya Rêber Apo diyarî gelê xwe, mirovahiyê, azadîxwazan, dayikan û dilê paqij ê şehîdan bikin. Em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne, serketin a me ye."