Gerîlayan li Westanê li kontrayan xistin

Gerîlayan li navçeya Westan a Wanê li dijî kontrayan çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de 4 kontra birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

LI WANÊ 4 KONTRA BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin; “Roja 18’ê Hezîranê saet 00:10’an hêzên me rêya di navbera taxên Metmanis û Taxa Jor a navçeya Westan a Wanê ji bo trafîkê girtin. Hêzên me têkildarî pêvajoyê gel agahdar kirin û nasname kontrol kirin. Piştî vê çalakiyê saet 02:00’an yekîneyên kontra yên girêdayÎ artêşa TC’ê ya dagirker xwestin êrîşî herêma çalakiyê bikin. Hêzên me li dijî vê yekîneya kontra çalakiya sabotajê li dar xist û 4 kontra birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir, bi ser hinek malên li herêmê de girtin û zext li gel kirin. Yekîneya me ku çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Roja 22’ê Hezîranê saet 08:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li geliyê Şehîd Delîla û Qesrokê ya herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehat.”