Gerîlayan li Girê Keçel li çeper û kozikên dijmin da
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de li Girê Keçel li çeper û kozikên artêşa Tirk a dagirker da.
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de li Girê Keçel li çeper û kozikên artêşa Tirk a dagirker da.
Navenda Ragihandi û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
GERÎLAYAN LI HEFTENÎNÊ LI DIJMIN DA
HPG’ê ev agahî parve kir:
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de, 1’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî artêşa TC ya li Girê Kecel bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyek zelal nehatiye girtin.
Piştî çalakiyê û şûnde saet 17:45’an balafirên şer ên Tirk devera Qesrokê, Geliyê Pisaxa û Gundê Peraxê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyek yê me çênebûye.
LI QILABAN Û ŞEMZÎNAN OPERASYON
29’ê Nîsanê saet 07:00’an artêşa TC’ê li devera Geliyê Hêzil, Gundê Mêhrê, Gundê Xozê û Girê Rizde ên girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Ev operasyon 30’ê Nîsanê saet 15:00 bê ku encamek bigire vekişiyaye.
1’ê Gulanê di saetên sibê de artêşa TC’ê li devera Girê Koordîne ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. Ev operasyon heman rojê bê ku necamek bigire vekişiyabû.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
28’ê Nîsanê saet 08:00’an balafirên şerê ên artêşa TC’ê devera Gundê Şêx ê li devera bajarokê Çemalkê a girêdayî bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.
30’ê Nîsanê saet 19:00’an balafirên şer ên Tirk devera Kûnîşka ya girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye.
Di van bomberdûmanên ku pêk hatin de ti windahiyên me çênebûne.”