Gerîlayan li dijî leşkerên dagirker ên Tirk 2 çalakiyên sabojatê lidar xistin

Gerîlayên HPG’ê li dijî hêzên artêşa Tirk a li herêmên Şehîd Munzur, Cîloyê Biçuk û Qela Bedewê dest bi oparasyonekê kiribûn 2 çalakiyekên sabotajê lidar xistin. Her wiha gerîlayan helîkoptera li Girê Koordîne hewl dida leşker jî dane derb kirine

Gerîlayên HPG’ê li dijî hêza oparasyonê ya artêşa Tirk a li herêmên Şehîd Munzur, Cîloyê Biçuk û Qela Bedewê dest bi oparasyonekê kiribûn çalakiyekî sabotajê lidar xist. Di vê çalakiyê de li gorî agahiyên destpêkê hatine bidestxitin, 2 leşker hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. Gerîlayan helîkoptera li Girê Koordîne hewl dida leşker jî dane derb kirine.

 Şerê ku di operasyona artêşa Tirk a ku hewl da derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bibe derketî jî dewam dike.

Di çarçoveya tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk a li herêmên Şehîd Mûnzûr, Cîloyê Biçûk û Qela Bedewê ji duh ve dayî destpêkirin dewam dike, gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li ser Cîloyê Biçûk bi cih bibûn 2 çalakiyên sabotajê lidar xistin.

Di çalakiya sabotajê de li gorî agahiyên hatin bidestxistin 2 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Lê têkildarî encamên çalakiya sabotajê ya duyemîn agahiyên zelel nehatin bidestxitin.

Nûçegihanê ANF’ê yên li herêmê ragihand, gerîlayên HPG’êli Girê Koordîne dema ku helîkopterekê dixwest leşkeran dane kirine hedef û derb kirine, di encamê de bê ku helîkopter leşkeran dane neçar maye ji qadê bireve. Li gorî şahidan jî diyarkirin ku dû ji helîkopterê rabûye.

Saet di 13:30-14:30’an de tevgera balafirên şer pêk hatiye, balafirên şer ên artêşa Tirk herêm bombe kirin. Şerê li herêmê jî dom dike.