Gerîla dest danî ser teqemeniyên dagirker bikar tînin

Gerîlayan li qada berxwedanê ya Werxelê dest datînin ser teqemeniyên dewleta Tirk a dagirker.

Ji 23'ê Nîsanê û vir ve artêşa Tirk a dagirker êrişê dibe ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê. Operasyon di meha 6'an de ye.

Dewleta Tirk a dagirker tevî ku teknîka herî pêşketî bi kar tîne jî nikare bi gerîla. Gerîla bi rê û rêbazên serdema nû şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo vê têkçûna xwe binixumîne serî li rêbazên qirêj ên şer dide. Tevî ku di medyaya xwe de cih nade vî şerî jî dîmenên ku gerîla di dema çalakiyan de dikişînin rastiya vî şerî radixe pêş çavan.

TEQEMENIYÊN TÊNE DESTESERKIRIN LI DIJÎ DAGIRKERAN TÊNE BIKARANÎN

Hêzên gerîla ku bi taybetî li qada Werxelê ya Avaşînê bi îradeyeke mezin şer dikin, teqemeniyên ku dagirker li dijî qadên berxwedanê bi kar tînin desteser dikin.

Tê texmînkirin ku ev dîmen di nava meha Tebaxê de hatiye kişandin. Di dîmen de gerîlayek dibêje ku divê funyeyê bi van teqemeniyan ve girê bide.

Gerîla bi afirîneriyeke mezin teqemeniyên desteserkirî hem bêbandor dike, desteser dike.