Gerîlayan derbên giran li artêşa Tirk xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Başûrê Kurdistanê li girên ku hatine dagirkirin, gelek çalakî li dar xistin û derbên giran li artêşa Tirk xistin.

Artêşa Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne, gerîla jî bi berxwedaneke dîrokî û çalakiyan, derbên giran li wan dixe.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, di 19’ê Hezîranê de Tepê Xwedê yê li Barzanê, Lêlikan a li Çiyayê Del a Sîdeka û li ser sînorê Çelê gelek cihên ku leşkerên Tirk dagir kirine, bûn hedefa gerîlayan.

Gerîlayan bi sabotaj û girtina bi ser giran, gelek çalakî li dar xistine. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin gelek leşker hatine kuştin û li nêzî Çelê wesayîta Reo tevî leşkerên di nav de hatine îmhakirin.