Gerîlayan derbên giran li artêşa Tirk ên ku êrîşî sivîlan dikirin dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan li Amedê gerbên pir xurt li leşkerên artêşa Tirk ên ku derketibûn operasyonê dane.

HPG a ku têkildarî operasyona leşkerî ya li Amedê agahî da, diyar kir ku di şer û çalakiyên gerîlayana lidar xistin de, herî kêm 12 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

"Bi biharî re artêşa TC’ê ya dagirker ling da hewldanên dagirkirina Kurdistanê û di nav vê çarçoweyê de 28’ê Gulanê bi 15.000 leşker û kontra operasyon li dijî qadên Apê Mûsa, Şehîd Ferhat, Şehîd Navdar, Şehîd Rojhat û Şehîd Kawa yên Amedê li dar xistiye. Propagandaya vê operasyonê bi wî rengî hatiye kirin ku mezintirîn operasyona van salên dawî ye û bi îdîa ye û di vê operasyonê her cûre alîkariya teknîk jî hatiye bi kar anîn. Di nav vê çarçoweyê de li gelek gundên Licê, Hezro, Karaz, Pîran, Farqîn, Hênê û Pasûrê yên Amedê qedexeya derketine derve hatiye ragihandin, gelê me yê sivîl jî di nav hedefa vê opeasyonê de cihê xwe girtiye. Li deverên weke gundên Zara jî ku bi qedexeya derketina derve qîma xwe neaîne li ser gundiyan bi temamî koçberkirin hatiye ferzkirin û gundî ji gundan hatine derxistin.

Gerîlayên me yên ku di rojên pêşî yên operasyonê de hêzên dagirker ên ku tevlî operasyonê bûyin, li qadên wan ên baregehê dişopandin, 30’ê Gulanê gelek çalakî li dijî wan kirine.

30’Ê GULANÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me li qada Şehîd Rojhat yekîneyên dijmin ên dagirker kirine jêr kontrola xwe û 30’ê Gulanê saet 15.00’yan gelek çalakî li dijî wan pêk anîne. Ji nêz ve bi ser kozên dijmin de çalakî hatiye lidarxistin û yên tespîtbûyî 1 jê serpelek û 1 jê kontra 10 leşkerên dijmin hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne.Piştî vê çalakiyê bi 6 helîkoptêrên Skorsky bi desteka 4 helîkoptêrên Kobra yên êrîşê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Dijmin piştî ku kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakir, bi balafirên şer û bi helîkoptêrên Kobra qada çalakiyê û derdora wê bombe kiriye.

HÊNÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 4 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛN

Heman rojê saet 18.00’an li derdora gundê Şelê yê navçeya Hênê çalakiyeke dî hatiye lidarxistin, di vê çalakiyê de jî 2 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 jê jî hatine birîndarkirin. Piştî vê çalakiyê jî artêşa TC’ê bi balafirên şer herêma Şelê û Enanirê bombe kiriye, bi helîkoptêrên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Piştî derbên ku xwarî, artêşa dagirker a TC’ê neçar ma ku 1’ê Hezîranê ji qada Şehîd Rojhat vekişe. Operasyonên artêşa dagirker a TC’ê li herêmê berdewam dike."