'Gerîlatî çi ye?'

Gerîlayên azadiyê ku bi salane li çiyayên Kurdistanê ne, bi jiyan û şêweyê têkoşîna xwe her tim bal kişandine. Me pirsa 'Gerîlatî çi ye?' li wan kir.

Gerîla, ku her kêliya jiyanê bi 'şer û têkoşînê' dijî, jiyaneke pîroz her tim di nava şert û mercên awarte de didomînin, soza azadiyê dane vî gelî.

Em bi kîjan gotinê gerîla pênase bikin jî, aliyên cuda, aliyên xweser ên gerîla hene. Rastiyên xwe hene ku mejiyê mirovan têra fêhmkirina wan, dilê mirovan têra rakirina wan nake. Ji ber vê yekê me xwest pirsa 'Gerîlatî çi ye?' ji gerîla bi xwe bipirsin.

'JI BO JIYANEKE RAST EM DIBIN GERÎLA'

Gerîla Alîşêr Ûrfa gerîla weke 'şervanên azadiyê yên ji bo civakê şer dike' pênase dike. Alîşêr Ûrfa dibêje, "Lêgerîna gerîla lêgerîna jiyana rast e. Hem erdnîgariya Kurdistanê, hem têkoşîna bi salan a gelê Kurd û rêxistina me, hem hesta welatparêziyê ya li nava ciwanên Kurd û hem jî hesreta Kurdistanê berê min da çiyê." Gerîla Alîşêr destnîşan dike, ku hebûna li erdnîgariyeke bi vî rengî nabe para her kesî û wiha dewam dike: "Gerîla bi xwe, erdnîgariya xwe, mirovên xwe, dewlemendî û cihêrengiya xwe bêhempa ne. Li cihekî bi vî rengî bûyîna gerîla, bûyîna şervanê azadiyê tiştekî gelekî cuda ye. Em ji bo jiyaneke rast şer dikin, dibin gerîla. Navê gerîla jiyan e. Diyarkirina jiyan û çarenûsa gelekî ye. Gerîla şervanên azadiyê ne ji bo civaka xwe şer dikin."

DESTPÊKIRINA JIYANEKE NÛ YE

Gerîla Karker destnîşan dike, ku jiyana gerîla yekalî nîne. Gerîla Karker Wan ku demeke dirêj di zîndanên dewleta Tirk de ma, piştî ku derket yekser berê xwe da çiyayên azad. Demeke dirêj e li çiyayê bi heybet ê Kurdistanê li Zagrosan gerîla ye. Her meşa xwe wek meşa jiyanê bi nav dike: "Her tiştên me ji me girtine, tenê gerîlatî maye di destê me de." Ji bo pirsa 'Gerîlatî çi ye?' Karker Wan vê bersivê dide: "Gerîlatî destpêkirina jiyaneke Nû ye. Bûyîna acemiyê jiyana nû ye. Ya rast, her tişt e. Ji ber ku mirov ji nû ve tên dinyayê, hîn bi rengekî rast hîn dibin. Yanî mirov jiyanê çêtir fêhm dikin. Ji jiyana me ya beriya niha cudatir e. Gelek tişt di nav de heye. Eger mirov timî xwe acemî bihêle, hingî mirov dikarin gelek tiştan hîn bibin û bafirînin. Lewma jiyan bi yekalînîne. Mirov bi xwezayê dijîn. Bi xwe dijîn. Bi civakê dijîn."

'BERPIRSYARIYA DÎROKÎ YE'

Gerîla Botan Agirî ku dema li Zanîngeha Hacettepeyê beşa mamostetiyê dixwend nêrînên şoreşgerî nas kir, got "Gerîlatî ne tenê rahiştina çekê û şerê li dijî dijmin e." Û wiha dewam kir: "Dema her gerîla nû tevlî dibe, daxwaza xwe ya destpêkê rahiştina çekê û şerê li dijî dijmin e. Lê belê şerê me ne tenê rahiştina çekê û şerê li dijî dijmin e. Em şerekî mezin ê jiyanî, bîrdozî û rêxistinî dimeşînin. Gava destpêkê ya ber bi gerîlatiyê ve, xwegihandina jiyana nû ye. Ewqas şehadet hene. Rêbertî dîl girtî ye. Jin, zarok, extiyar îşkence û zordarî li gelê Kurd tê kirin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Gerîlatî tê wateya rabûna berpirsyariya dîrokî ya li pêşberî vê yekê ye."

'MEŞANDINA ŞERÊ EKBER E'

Gerîla Erdal Çermîk ê bi salan li Avaşînê gerîlatî kiriye, şerê gerîla weke şerê 'nef, ekber' bi nav dike. Çermîk destnîşan dike ku şerê gerîlatiyê bi giranî di kesayetî, di mejî de tê meşandin û wiha bersivê dide pirsa me: "Em dixwazin cewhera mirovahiyê, ya Kurdîtiyê derxînin holê. Di îdeolojiya me de ev heye. Bêguman bicihanîna vê yekê di nava mirovên Kurd de zehmetiyên xwe heen. Lewma şerê me di mejî û kesayetiyê de tê meşandin. Mîna ku di olan de qalê tê kirin, şerê nefsê, yanî şerê mezin 'ekber' tê meşandin. Şerê me yê herî mezin şerê me yê li dijî nefsa me ye. Mîna ku Rêberê me dibêje 'sedî ji nod ê şerê me li dijî kesayetiyên me, deh ji sedî jî li dijî dijmin tê meşandin'. Rastiya me ev e."

'DÎTINA XWE YE'

Gerîla Stêrk Welat ku ji koledariya sîstemê li ser ferz dikir reviya, bi wêneyên xwe yên xêz dikir, ket nava lêgerîna rastiyê, dît ku rastî li çiyayên azad e û tevlî du hevalên xwe tevlî nava refên gerîla bû. Welat da xuyakirin, ku gerîlatî reva ji sîstemê ye û li ser gerîla wiha axivî: "Di nava civakê de her mirov pêwîstiyê dibîne ku bi rê û rêbazekê xwe îfade bike. Hin mirov bi hunerê, hin bi helbestan, hin jî bi xêzkirina wêneyan... Eger nikaribe nêrînên xwe vebêje, hingî dikeve nava lêgerînekê. Naxwe dilê mirovan rehet nabe. Gerîlatî di heman demê de lêgerînek e. Reva ji koledariyê ye ku sîstem li ser te ferz dike. Lêgerîna li xwe û nasnasmeya xwe ye. Dîtina xwe ye."

'LÊGERÎNEKE WEKHEVIYÊ YE'

Gerîla Norşîn Wan got, "Tu wekhevî, sadetî û durustiyekê li dora xwe nabîne". Gerîla Norşîn Wan a da dû xeyalên xwe yên zarokatiyê ji Wanê tevlî navarefên gerîla bû û got, "Min gelekî dixwest rêxistinê nas bikim. Dixwest bibînim bê gerîla li çiyê çi dike? Ji min hebû ku gerîla tenê li çiyê dimeşe." Gerîla Norşîn anî ziman ku dema mirov mezin dibin dikevin nava lêgerînekê û got, "Mirov didin pey hin tiştan. Ji ber ku gelek tiştên mirov qebûl nekin dibe. Ji malbatê heta derdorê, ji dibistanê heta hemû saziyên sîstemê. Tevlîheviya sîstemê berê mirovan dide nava lêgerîneke sadetiyê. Dixe nava lêgerîna wekheviyê. Ev lêgerîn jî mirovan digihîne gerîla."