Gerîla Yilmaz: Giyanê li Botanê dagirker kuştin

Gerîla Mîhralî Yilmaz, bal kişande ser operasyona dagirkeriyê ya li Botanê û got, ''Li ber çavê me gelek leşkerên kuştî hebûn. Ev giyanê mezin, ev giyanê vejînê ye.''

Gerîlayê Botanê Mîhralî Yilmaz behsa Fermandarê HPG'ê Egît Civyna kir, ku di operasyona dagirkeriyê de ya li Botanê şehîd bûyî û her wiha behsa êşkenceya artêşa Tirk a dagirker a li gundiyên Wanê kir, ku piştî darbeya giran a gerîla ya li artêşa Tirk pêk hat.

Yimaz got, ''Li qada Botanê me û heval Egîd Civyan hev nas kir'' û domand,''Ji bo me avantajeke mezin bû. Van du salên dawî me qet hev nedît, ji ber ku heval Egîd çalak bû. Min bihîst ku 11'ê Îlona 2020'an li Katoyê di operasyona dagirker de şehîd bûye. Em jî li wî alî bûn. Ji her alî ve operasyonan dest pê kiribû û berxwedana gerîla ya li dijî vê operasyonê zelal bû. Dema tevgera şevê êrîşa hewayî bû û hevalan bi zîrektiya manewreyê xilas bûn, ji xeleka dijmin xilas bûn û şerê dijmin kirine. Her sê hevalan jî xelek şikandin. Heval Canfeda Goyî, heval Berxwedan Girêspî û heval Egîd. Berxwedana hevalan xelek şikand û nehiştin ku berbelav bibe. Ji ber vê pêşî li koordîneya operasyonê dan û ji 10'an zêdetir kuştin. Li Botanê giyanek heye ku bi Fermandarê Mezin Egîd dest pê kiriye û hê jî ev didome. Niha jî giyanê ku li wir derketî holê giyanê dema nû ye, helwest û şêwaza wê ye .Operasyonê berê sibehê saet 5'an dest pê kir û xelek hate şikandin .Yarbay, koordîneya şer, efser û serpêlek hate kuştin. Gelek dagirker hatin kuştin. Li ber çavê me gelek leşkerên mirî hebûn. Ev giyanekî nû ye, giyanekî vejînê ye. Dema ku mirov giyanê êrîşê yê di nav şer de dibîne û encama serkeftina ku danî holê dibîne, mirov serkeftina heval Egîd, tecrûbeya wî dibîne û dibîne bê ka li Botanê çi hiştiye .Ev weke giyanekî emanet e ku dane Botanê.''

'DERBÊ DIXWIN, TOLÊ JI GUNDIYAN DISTÎNIN'

Yilmaz li ser êşkendeya dewleta Tirk a li Wanê jî wiha axivî:

''Rûdanên li gundekî welatparêz ê li Wanê bûn. Ev gund, ji dema ku têkoşîna çekdarî dest pê kirî heta niha, ji roja ku Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz gav avêtî qada Botanê gundekî welatparêz e. Dijmin ji bo wan ku wan qetil bike ew birin. Dijmin her carê çi dema ku derbên giran ji gerîla dixwe tim tolê ji mirovên hejar, ji gelê me distîne. Salên 90'î ew gund jixwe hatibû şewitandin. Ev êşkenceya ku hatî kirin nîşan dide bê ka dijmin çendî qels e, tiştekî dî nîşan nade. Ji gelê me du mirovan digirin, li nav gund êşkenceyê li wan dikin. Ji ber ku kuştina koordîneya şer û gelek efseran hêrseke mezin çêdike, ewj î heyfê ji gelê me, ji gundiyan distînin. Gefê li wan dixwin, li wan dixin û bi helîkoptêrê dema ku wan dibin Wanê ji devereke bilind wan davêjin.

Operasyona 11'ê Îlonê dest pê kir û 13'ê Îlonê berxwedana gerîla bidawî bû. Hevalê Canfeda Goyî heta dawiyê li ber xwe dide û şer dike. A rast em digihijin vê encamê; giyanê Apoyî yê heyî, berxwedan teknîka dagirkeran dişkîne. Ji ber ku dijmin yeke yek şer dike. Giyanê ku li wir derketî holê, giyanê berxwedanê ye. Heval Egîd Civyan jî wiha jiya. Em her tiştî deyndarî wan şehîdan in. Berxwedana heval Egîd, giyanê ku danî holê tim wê wiha bijî. Şehîd pir hêja ne û em ê bibin peyrevê hemûyan. Em deyndarî hemûyan in .Em peyrevê Egîd, Azîme, Zelal, Alî Piling in.''

'EM Ê MÎNAK BIGIRIN'

Gerîlayê Botanê Mihralî Yilmaz, gotinên xwe wiha qedand:

''Giyanê ku derketî holê wê tim li Botanê bijî. Giyan û welatparêziya ku li Wanê derketiye holê, çoknedanîna wî em ê tim mînak bigirin. Em ê tim heval Canfeda Goyî û Berxwedan em ê tim bi bîr bînin. Û giyanê ku wan daniye holê li Botanê tim wê bijî. Em bi vê bingehê dîsa sond dixwin.''