'Gerîla, yekane rêya rizgariyê ye'

Gerîlayê YRK’ê Cengawer Qendîl ku sedema tevlêbûna xwe ya nav efên gerîla vegot diyar kir, “Helwesta herî radîkal û watedar ya li hemberî dijmin, tevlîbûna nav refên gerîla ye. Gerîla, yekane rêya rizgariyê ye.”

Êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dayî destpêkirin dewam dike. Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîla jî didome. Yek ji gerîlayên ku li qadên berxwedanê ye, gerîlayê Mihabadî yê Rojhilatê Kurdistanê Cengawer Qendîl e. Qendîl pêvajoya tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla vegot û anî ziman, “Li hemberî zilm û zexrê rejîma Îranê ya li ser welat û gelê Kurd ez tevlî nav refên gerîla bûm. Ez tevlîbûn xwe wek şansek pir mezin dibînim. Eger ez tevlî Tevgera Azadiyê nebûma, ezê ji aliyê dagirkeran ve bihatibam asîmîlekirin. Ji bo min tişta herî balkêş, têkiliya hevaltiyê ya di navbera gerîlayan de ye. Min heya niha yek gerîla nedîtiye ku ji bo jiyana xwe ya takekesî hewl dabe. Li şûna vê ji bo avakirina jiyaneke mirovî û exlaqî ya ji bo Kurdistan û gelên bindest di nava hewldanê de ye.

Divê ciwanên Rojhilat bizanin ku dîktatoriya Îranê bi rêbazên şerê tayber dixwaze ciwanên Kurd qezenc bike. Rejîma Îranê mîna dewletên din ên dagirker bertekek hişk nîşanî ciwanan nade. Bi bikaranîna rêbazên pir nerm ve ciwanan digrin nava xwe. Dewleta Îranê derfetên heyî jî tine dike û mirovan mehkûmê birsîtî û bêkariyê dike û piştre jî weke ku bexşînek be pêşkêşî mirovan dike. Ji ber vê pêwîste ciwanên Rijhilat li hemberî van defikên dewletê hişyar bin. Helwesta herî radîkal û watedar ya li hemberî dijmin, tevlîbûna nav refên gerîl ye. Gerîla, yekane rêya rizgariyê ye. Ji ber vê sedemê bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azad tevlî nav refên gerîla bibin.”