Gerîla û wêjevan Doz: Yên emr danîn ber PKK'ê, bi xwe têk çûn
Gerîla û wêjevan Medya Doz anî ziman, hesteke bêhempa ye ku li çiyê, bajaran û çar parçeyên Kurdistanê mirov têkoşînê dimeşînin û got, PKK tevgera herî rasteqîn û bi hest a serdemê ye.
Gerîla û wêjevan Medya Doz anî ziman, hesteke bêhempa ye ku li çiyê, bajaran û çar parçeyên Kurdistanê mirov têkoşînê dimeşînin û got, PKK tevgera herî rasteqîn û bi hest a serdemê ye.
Li çiyayên azad ên Kurdistanê em bi gerîla û wêjevan Medya Doz re li ser PKK'ê axivîn.
Doza sala 40. a PKK'ê li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdistanê ye, ew tevgereke ji bo tevahiya mirovahiyê ye.
Doz diyar kir ku PKK'ê çeperên nû li nirxên mirovahiyê zêde kiriye û li ser vê bingehê veguheriye wijdanê mirovahiyê.
Medya Doz da zanîn ku her rojeke PKK'ê mîna şoreşekê ye û got, "Di her rojê de destanek afirand. Me di nava 40 salî de dît ku Vê şoreşê her roj xwe nû kir, her roj ozan, helbestvan û lehengên nû afirand. Her yek bû lehengek, ev lehengî jî ne tenê ji bo gelê Kurd kirin. Ji bo tevahiya mirovahiyê jiyan û jiyana xwe ji dest dan. Taybetmendiyeke vê tevgerê heye, ku dibêje; ya herî bedew bila ne ji min re be, bila ji mirovahiyê re be. Felsefeya bingehîn a PKK'ê ev e."
Medya Doz bi bîr xist ku desthilatdariya AKP'ê heta bihara sala 2017'an emr danî ber PKK'ê û got, bi berxwedana gerîla pêşî li êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk hate girtin. Doz destnîşan kir ku PKK tevgereke mirovahiyê ye, lewma têk naçe.
Doz ragihand ku PKK'yîbûn cihê rûmetê ye û da xuyakirin ku di encama têkoşîna PKK'ê de jin li cewhera xwe vegeriyan û ev yek xwe dispêre îdeolojiya rizgariya jinê û felsefeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Doz got, "Eger rastiya PKK'ê nebûya, qîrîna jina wê di nava xwe de bifetisiyan" û destnîşan kir ku bi hebûna PKK'ê re jin bûn xwedî wate. Doz got, "Ji PKK'yîbûnê wêdetir, wezîfe û berpiryariya wan e ku bi rûmeta bûyîna jina PKK'yî bijîn û rastiya destanî ya PKK'ê û kesatiya xwe bigihînin hev.
Bi wê hestê dijîm ku her jineke bi nasnameya PKK'ê re bûye yek dîrokeke zindî ye, her jineke ku bi PKK'ê re têdikoşe destenake zindî ye."