Gerîla TV dîmenên çalakiya Herekolê weşand

Dîmenên çalakiya hêzên gerîla yên di 26’ê Tîrmehê de li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Herekol a Sêrtê lidar xistibû, hatin weşandin.

Têkildarî dîmenên ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin ev daxuyanî hate dayîn:

Ji aliyê hêzên me ve li dijî arêtşa Tirk a dagiker a demek dirêj li devera Herekol a Sêrtê weke tevnên xiyanet û xwe dispêre kontrayê operasyonek hatiye lidarxistin.

Hêzên me yên li devera Girê Kulind a demek dirêj leşkerên dagirker xistin di bin kontrola xwe de 26’ê Tîrmehê saet 19:00’an ji çar baskan ve çalakiye lidar xistin. Di operasyona hemû çeper û bi awayek xurt hate hedefkirin û lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin 5 çeper bi temamî hate rûxandin, gelek çeper jî hatin derbkirin.

Di çalakiya 9 leşker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn de, çekek BKC tam otomatîk jî hate îmahkirin. Hêzên me, ji çeperên rûxandine dûrbînek termal, dûrbînek ya roj û bêtêlek rakiriye.

Gerîlayên Apoyî yên bi hêza serkeftinê bi ser çeperên dijmin de çû, hevrê Agît ê di operasyonê de xwedî roleke mezin, di dema çalakiyê de birîndar giran birîndar dibe, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd dikeve.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde, herêmê bi obus û hewanan bombe dike, helîkopterên Skorsky jî kuştî û birîndarên xwe radike.