Gerîla TV dîmenên 2 çalakiyên gerîlayên YJA Starê weşand

Gerîla TV dîmenên du çalakiyên gerîlayên YJA Starê weşand ku her du çalakî li herêma Heftanînê pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyan ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêzên me yên YJA Starê di 13'ê Kanûnê de saet 14:20'î li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

20’ê Cotmehê saet 08:50’î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşker û kontrayên li qada dikeve navbera Girê Vecîp, Geliyê Pisaxa û Girê Konferansê bicih bûbûn çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayîteke ya dijmin hatiye rûxandin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin. Helîkopterên bi tîpa Kobra ku ji bo mudaxeleyê hate qadê jî bû hedefa hêzên me, li ser lêdana xurt, yek derb xwar û neçar ma ku ji qadê dûr bikeve."