Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Heftanînê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 23'ê Nîsanê ya li herêma Heftanînê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de ya ku li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, 23'ê Nîsanê saet 15:40'î hêzên em li dijî artêşa TC a li devera navbera qadên Deriyê Dawetiya û Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de kepçeyeke dagirkeran hate rûxandin, kontrayek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî gihiştin navendên xwe."