Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 1'ê Mijdarê ya li qada Xantûrê weşand ku tê de 6 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de roja 1'ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerê li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin. Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê li hev civiyan, li wan hate xistin. Di encama çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermandarê li ser gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin."