Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Koordîne weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 14'ê Çileyê weşand ku li Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate lidarxistin.

Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî li ser çalakiyê dabû:

"14'ê Çileyê saet 10:30'î, hêzên me li dijî Girê Koordîne çalakiyek kirin. Ev çalakî li dijî çeper û konteynirên dijmin ên li ser gir hate kirin û di encamê de konteynirek hate rûxandin û 10 leşkerên tê de hatin kuştin. 3 konteynir û 2 çeperên din ên li ser gir jî derbên giran xwarin û agir bi wan ketin. Hejmara leşkerên li van konteynir û çeperan mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê."