Gerîla TV, dîmenê çalakiya li dijî qereqola Grana weşand

Gerîla TV, dîmenê çalakiya hêzên YJA Starê ya li dijî qereqola Grana ya Şemînanê weşand, ku roja 10'ê Îlonê hatibû lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya navborî ev agahî da bû:

"10'ê Îlonê saet di 15:00 de, hêzên me yên YJA Starê li hemberî qereqola Grana ya ser bi Şemzînanê ya artêşa TC a dagirker, çalakiyek li dar xistin. Bi 14 roketan derbên xurt li çeper û avahiyên dijmin ên li nava qereqolê hate xistin. Gelek çeper hatin rûxandin û derb li avahiyan ketin. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat tespîtkirin."