Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şemzînanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li dijî wesayiteke dagirkeran a li Şemzînanê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê daxuyaniyeke wiha weşandibû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 12’ê Îlonê saet 09:00’ê li dijî wesayîteke dagirkeran dan ku li ser rêya di navbera Tepê Xwedê û Boxaza Grana ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê derbas dibû. Di vê çalakiya sabotajê de wesayît bi tamamî hatiye rûxandin û leşkerên tê de jî hatine kuştin, 2 leşkerên li derdor jî bi giranî birîndar bûne."