Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Azad a Metîna weşand
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayan a 5’ê Cotmehê ya bi çekên giran a li dagirkerên li Girê Azad a Metîna bicih bûbûn dan, weşand.
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayan a 5’ê Cotmehê ya bi çekên giran a li dagirkerên li Girê Azad a Metîna bicih bûbûn dan, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:
“Di Çarçevoya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;
5'ê Cotmehê saet 09:30'î li dijî dagirkerên li Girê Azad, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin, çepereke dagirkeran hate îmhakirin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û hatin birîndarkirin nehate tespîtkirin.”