Gerîla TV, dîmenê çalakiya 18'ê Cotmehê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 18'ê Cotmehê weşand ku li dijî leşkerên li ser girê Koordîneyê hate kirin.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 18'ê Cotmehê weşand ku li dijî leşkerên li ser girê Koordîneyê hate kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakî hatin lidarxistin.
Yek ji van çalakiyan, saet di navbera 12:00-13:00 ê nava rojê de li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li girê Koordîne hatibû kirin.