Gerîla Stêrk: Em ê têkoşîneke welê bikin ku bibin layîqî gelê Kurd

Gerîlaya HPJ’ê Stêk Sêrt li dijî êrîşên rejîma Îranê û dagirkerên Kurdistanê bang li ciwanan kir ku tevlî rêya azadiyê bibin û got:“Êdî her tişt eşkere û li ber çav e. Mirov li ber çavan tên qetilkirin û li çar parçeyan şer e. Tola Kurdistanê em ê rakin."

Gerilaya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Stêrk Sêrt êrîşên li ser Gelê Kurd,  welatparêziya gel û bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

‘RASTIYA DIJMIN MIN DÎT Û NASKIR, EV JÎ BÛ SEDEMÊ VÊ RÊYÊ HILBIJÊRIM’

Gerîlaya HPJ’ê Stêrk Sêrt di serî de koçberiya malbata xwe û kîna li dijî dijmin a di hindirê wê de anî ziman û got: “Ji ber zilm û zora dijmin em ji welat derketin û em koçberî Entalya bûn. Em di nava bajarên Tirkiyê de mezin û em rû bi rû yê nêzîkatiyên dijmin yên terorî, piçûk dîtina Kurdan û teror a li Kurdan re rû bi rû hatin. Di temenekî piçûk de, di hindirê me de kînek li himberî dijmin çêbû. Ji ber ku rastiya dijmin min dît û nas kir, ji bo wê jî mayîna di nava wê sîstemê de ji bo min pir zehmet bû. Di heman demê de welatparêziya malbatê hişt ku ez hîn zêdetir nêzî rêxistinê bibin û ji bo beşdarbûna vê riya pîroz hilbijêrim.”

‘WELATPARÊZÎ Û GIRÊDANBÛNA GEL A BI AXÊ RE, GIRÊDANBÛNA MIN A VÊ AXÊ XÊDETIR KIR’

Sêrt têkildarî dîtina erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê û hezkirina xwe jêre jî wiha vegot: “Di sala 2016’an de ez derbasî qada Rojhilatê Kurdistanê bûm. Piştî demekê ez derbasî Merîwan bûm, lê belê ji ber ku ez li metrepolan mezin bûme ji çanda Kurdewarî û gundewarî dûr mabûn. Çûyîna min ya Rojhilat, him naskirina me ya herêmê çêbû û hem jî ya çandê pêş ket. Pir Hevalan digotin ger ku mirov carekê biçe Rojhilat êdî mirov nikare jê qut bibe, dema ku ez çûm û min jiyan kir, rastî jî wisa bû. Ji ber welatparêziya gel, girêdana bi axê ve, pir bi hêz bû. Ev jî girêdanbûna me hîn zêdetir kir.”

‘ME TOLA HEVRÊYÊN XEW HILGIRT’

Gerîla HPJ’ê Sêrt bal kişand ser hevrêyên ku li gel wê şehîd ketin û qala tolhildana şehîdan kir û got: “Piştî çûyîna min ya piratîkê bi demekê hevrêyê ku em di yekîniyê de bi hev re bûn hinek hevrêyên me şehîd bûn, berê wê jî bi demekê hevrê Cîhan jî şehîd ketibû. Herdû şehadet ji bo me giran bû û diviyabû tola wan bê hilanîn.Piştre hevrê Rizgar şehîd bû. Her şehîdek ji bo me dibe sedemê ku hê zêdtir xwe kûr bike û tola wan hilîne, kîna li ber dijmin zêdetir bibe. Me amadekariyê çalakiyê kir û çalakî serketî pêk hat. Me tola hevrêyên xwe girt.

Stêrk Sêrt qala tevlîbûna çalakiya xwe ya yekem jî kir û wiha pêde çû: “Cara yekemîn bû ku ez tevlî çalakiyê dibûm. Xwesteka min jî ew bû ku ez di koma êrîşê de bim. Di wê çalakiyê de şehîd Sorxîn û şehîd Karker cihê xwe digirtin. Şehîd Sorxîn dipirsî tu çi hîs dikî? Kelecana te çawane? Rastî min hîs nedikir ka ez çi hîs dikim, ji ber çalakiya min ya yekemîn bû. Ji ber ku hemû fikrandinên min ew bûn gelo ez ê çawa nêz bibim, gelo ez ê karibim hevrêyên xwe biparêzim di wan kêliyan de her çavên mirovan li ser hevrêyên ku em bi hev re çûne çalAkiyê, ji bo tiştek li yek hevrêyî jî neyê.

Ez û şehîd Karker bihevre bûn û piştî ku me çalakiya xwe kir, me berê xwe da hindirê qereqolan ji bo em hejmara kuştiyên dijmin zelal bikin û li rewşê binêrin. Lê beriya ku em biçin çalakiyê min pêlava xwe pir hişk girêda bû ji bo ku ji lingên min nekevin di nava çalakiyê de. Lê di nava qereqolê de dema ku şehîd Karker derbas bû, pêlava min ji lingên min derket, min jî pêlava xwe girt lê min li xwe nekir ez wisa dubare ketim erdê. Di wê kêliyê de ku min serê xwe rakir ku ji kozika dijmin derkevim şehîd Karker ketibû di nava qereqolê de lêgerîn dikir. Di wê kêliyê de min leşkerek dît ku sax mabû û xwe tewandibû û ber bi şehîd Karker de diçû. Min jî ew dît û min lêda beriya ku bighêje hevrê Karker. Hin caran mirov behsa tesadufan dike. Carnan ez jî ji xwe dipirsim û dibêjim, geki ev jî tesaduf bû ku pêlavê min vebû û ez dereng mam ji bo ku jiyana xwe û ya hevrêyê xwe jî xilas bikim. Lê ya gîring ji bo me ew bû ku tola Hevalên Şehîd rakin.”

Gerîla Sêrt destnîşan kir ku ew çalakî bandorekî mezin li herêmê kiribû û got: “Gel pir bihêz û moral çalakî pêşwazî kirin. Li Îranê sîstema cerdevaniyê pir li pêş e. Lê piştî wê çalakiyê gelek cerdevan li Merîwanê çek danîn.”

Sêrt qala pêşwazîkirina gel a gerîlayên ji parçeyên din ên Kurdistanê, girêdanbûn û welatparêziyê kir û ev nirxandin kir: “Gel hêz û moralek zêde dida gerîlayên ji parçeyên din ên Kurdistanê tên. Gel pir girêdayî gerîla û parvekar bû. Gel hêviya xwe gerîla dibîne. Em jî gerîlayên HPC’ê ji bo layîqî wan bin heta dawî tê bikoşin.”

Herî dawî Gerîlaya HPJ’ê Stêrk Sêrt êrîşên rejîma Îranê û dewletên dagirker yên li ser Kurdistanê nirxand û bangewazî li ciwanan kir ku rêya azadiyê hilbijêrin û wiha got: “Êdî her tişt eşkere bûye, êrîşên dagirkeran pir berçavin. Êdî ji bo hindek tiştan pêwistî bi propaqanda û acîtasyonê tine. Ji ber ku li ber çavan mirov têne qetil kirin li herçar perçeyên Kurdistanê wisa ye. Ji bo wê jî pêwîste hemû ciwanên me li çar perçeyên Kurdistan beşdarî nava Gerîlayên Azadiyê bibin û tola Kurdistanê ji dagirkirî rabikin”.