Gerîla silav da Berxwedana 14'ê Tîrmehê

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê çalakî lidar xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li Serhedê jî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarok hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Serhedê;

12'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li qada Gundê Kaşinê yê navçeya Ebexê ya Wanê, li hemberî dagirkerên ku dest bi operasyonê kiribûn, bi sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê hate xistin. Di vê çalakiyê de ku bi serketî pêk hat, 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê;

10'ê Tîrmehê saet di 13:13'an li Qada Girê Koordîneyê bi çekên giran li kozika dagirkeran hate xistin. Di encamê de kozika dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Dagirkeran saet di 14:40'î de bi helîkopteran miriyên xwe ji qadê birin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

10'ê Tîrmehê saet di navbera 18:20 û 19:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, çeperên me 3 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

10'ê Tîrmehê saet di 10:20'î de Qada Girê Zengilê ya Garê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

10'ê Tîrmehê saet di 10:30'î de li qadeke navbera gundên Gundê Şêx û Gundê Çemrobotkî yên Garê, wesayiteke sivîl a xelkê herêmê bi balafirên şer hate bombekirin. Bombe li wesayitê neket, lê di encama bombardûmanê de agir bi zeviyên li herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike.

10'ê Tîrmehê saet di navbera 21:30 û 23:00 de li Metînayê bi helîkopterên êrîşê 7 caran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hate barandin.

10'ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîda ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê yên li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 75 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 10'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê û Girê FM'ê yê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşî çeperên me kir û hewl da tunelan qul bike, bi kepçeyan hilweşîne."