Gerîla Brûsk: Baş e ku min dest bi vê rêwîtiyê kiriye

Gerîla Brûsk: Bi jiyana watedar a PKK'ê mirov dikarîbû li ber jiyana pûç a li ser me dihate ferzkirin rabûya. Ji ber vê yekê, her roj ji xwe re dibêjim, çi baş bû ku min dest bi vê rêwîtiyê kir.

Meşa bê eman a li çiyê meşeke ji rêzê nîne. Meşeke eşqê ye. Mirov bi enerjiyeke bê dawî di vê rêyê de dimeşin. Meşeke ku ji bo dawî li hesretê were anîn e. Em niha li Xakurkê ne, ku şer lê giran e.

Rêya em tê re dimeşin gelekî dijwar e, berê xwe timî li jor e, li lûtkeyê ye. Li eniya Xakurkê, em li gerîla Brûsk Denîz rast tên.

Brûsk ji malbateke welatparêz e. Ji malbata wî tevlîbûn û şehîd hene. Mîna her zarokekî Kurd, hê di emrê biçûkaniya xwe de zext, mêtingerî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk nas kir. Dema ku zarok bû, kekê wî yê li nava refên PKK'ê, sala 2008'an li Dersimê di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de giran birîndar bû û bi vî rengî dîl hate girtin.

Pismamê wî yê gerîla, sala 2014'an li Çewlikê di şer de şehîd bû. Brûsk jî heman salê tevlî nava refên gerîla bû. Ji wê rojê ve hewl dide bi fedakariyeke mezin têbikoşe.

DAXWAZA JIYAN Û AZADIYÊ

Brûsk Denîz destnîşan dike ku weke tercîheke jiyan û azadiyê wî rêwîtiya PKK'ê hilbijartiye û dibêje, "Bi jiyana watedar a PKK'ê mirov dikarîbû li ber jiyana pûç a li ser me dihate ferzkirin rabûya. Jiyana ku di nav de me gelekî bedew e, lewma her roj ji xwe re dibêjim, çi baş bû ku min dest bi vê rêwîtiyê kir. Hevrêtî, hezkirin, dilsozî, jiyan li van çiyan hê bi wate ne. Divê li xwe mikur bêm ku jidayikbûna min a duyemîn li çiyê pêk hat û ev yek a rast bû. Mîna zarokekî me ku nû min çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dixwazim her tiştî ji nû ve tehm bikim, fêhm bikim. Naxwazim a ku li ser me tê ferzkirin bijîm, dixwazim a me bi xwe bijîm. Me dilê xwe xist nava çiyê, çiya jî xist nava dilê xwe."

PKK'Ê EM HÎNÎ JIYANA AZAD KIR

Em ji Brûsk dipirsin bê li nava refên PKK'ê hînî çi bûye. Vê bersivê dide: "PKK'ê jiyana azad hînî me kir. Divê em jî li gorî vê yekê tevbigerin û heta dawiyê ji bo gelê xwe şer bikin. Heta ku derbên mezin li dijmin nexin, nabe ku em bimirin. Divê em ti carî nehêlin ku dijmin ji mirina me kêfxweş bibe. Naxwe jiyan û dîroka PKK'ê me efû nake. Ji bo mirov bibin xwedî jiyaneke bi rûmet, şert e ku şerekî mezin bidin. Jiyaneke bi rûmet bi şerekî mezin bi dest dikeve. Têkoşîna ku PKK dide têkoşîna jiyana azad e. Di heman demê de kincekî ji êgir e, eger tu şaş li xwe bike, wê te bişewitîne."