Gerîla rê nade dagirkeran

Gerîlayên HPG’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêma Xakûrkê û Bradostê yên li çeperan li ber xwe didin, anîn ziman ku di her şert û mercî de xwedî vîna şerkirinê ne.

Gerîlayên HPG’ê Dilşêr Şengalî û Brûsk Denîz, destnîşan kirin ku ji roja êrîşên dagirkeriyê yên ji meha zivistanê ve destpêkirî heta niha berxwedaneke bi heybet tê kirin.

Ji gerîlayên HPG’ê Dilşêr Şengalî û Brûsk Denîz ên li Herêma Xakûrkê û Bradostê li dijî êrîşên dagirkeriyê li eniyên berxwedanê ne, ji ANF’ê re axivîn.

XWEDÎ VÎNEKÎ POLAYÎ NE

Dilşêr Şengalî yê ku ev 3 sal in gerîla ye, anî ziman ku armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye, êrîşên li ser herêma Xaxûrkê û Bradostê dewam dike. Şengalî diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê xwedî vîneke ji polayê ye û bi bîr xist ku artêşa Tirk dixwaze li ser gundiyên Bradostê sîxûrtiyê bide ferzkirin û debara wan a jiyînê tine bike. Şengalî destnîşan kir ku artêşa Tirk li herêma Bradostê dixwaze kalekol, baregeh û kampan ava bike, bi taybet li gundê Bermîze li gelek gundên herêmê gundiya li qada gund kom dikin û dibêjin; “Heta roja îro we piştgirî dida PKK’ê. Ji niha û şûnde çûna zozanan qedexe ye. Çêrandina heywanan qedexe ye. Yên ku biçin herêmê wê di hedefa me de be. Eger ku hûn cihên PKK’yiyan nîşanî me bidin û li gel me kar bikin em ê ji bo we bibin alîkar.”

DI HER ŞERT Û MERCÎ DE EM XWEDÎ HÊZA ŞERKIRINÊ NE

Gerîlayê HPG’ê Brûsk Denîz jî diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a ji meha Zivistanê ve dane destpêkirin berxwedaneke bi heybet dikin. Denîz destnîşan kir ku ji 11’ê Adarê heta 5’ê Nîsanê li pêşberî êrîşên ku tên kirin gerîla ji pozîsyona xwexweparastinê derbasî şerekî nû bûye.

Denîz anî ziman ku li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê di nava her şert û mercan de xwedî hêz, vîn û biryardariya şerkirinê ne. Denîz bal kişand ser Kurdên hevkarî êrîşê û got, yên ku îxanet û di nava hevkariyê de ne, zû yan dereng wê hesab ji wan bê xwestin.