Gerîla Partîzan Gîvara: Bêguman em ê bi ser bikevin

Ji berxwedêrên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê gerîla Patrîzan Gîvara diyar kir ku gerîla bi hestên berxwedanê tevdigerin û got, "Bêguman em ê bi ser bikevin."

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî ya gerîla heye. Di pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de gerîla di warê piratîkê de ango bi çalakiyan li ber çavan e.

Gerîla Partîzan Gîvara ku cihê xwe di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê digre ji ANF'ê re axivî. Gerîla Gîvara destnîşan kir ku gerîla hêzeke rêxistinkirî ye û li gorî serdemê xwe nû kiriye. 

Gerîla Gîvara wiha nirxandin kir: "Li ser tevahiya Kurdistanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê niha şerekî giran diqewime. Bêguman ev ne cara yekê ye ku şer li van herêman rû dide, lê asta vî şerî zêdetire. Ev êriş bi armanca qirkirin û dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê bi tevahî ye. Li hemberî vê jî astekî berxwedanê ya pir mezin heye. Ez jî weke gerîlayekî niha di çeperên Cenga Xabûrê bi erk û berpirsyartiyên xwe radibim.

'HER GERÎLAYEK DÎROKÊ DINIVÎSÎNE'

Niha yekane hêza ku li hemberî êrişên dagirkeriyê radiweste hêzên parastina Kurdistanê HPG ye û weke tevgera PKK'ê bi giştî ye. her gerîlayekî di vî şerî de cih digre dîrokê dinivsîne. Ji bo parastina ax, mirovahiyê û gelê Kurd her tiştê xwe feda dike. Weke ciwanekî Kurd ji bo min rûmeteke ku li kêlek van qehremanan cih bigrim. Weke gerîlayekî jî erka me ye ku em li hember vê êrişê rawestin û çi ji me were xwestin em ê pêk bînin.

'EM BI HESTÊN BERXWEDANÊ DIJÎN'

Li dijî me çiqas teknîkên herî pêşketî werin bikar anîn û bi çi rêbazên hovîtî hewildanên xwe bikin, ji bo me ne girînge. Ya girîng ji bo me ew e ku soza berxwedana me ye û em ê heya dawî jî ji bo serketinê li ber xwe bidin. Dewleta dagirker ji ber neheq e nikare tiştekî bi dest bixe. Lê ji bo gerîla ne wisa. Em bi hestên berxwedanê dijîn û bêguman em ê bi serkevin.

'EM HÊZEKE PERWERDEKIRÎ NE'

Her gerîlayekî ji bo têkoşîna li dijî her êrişan û li her deverê amade ne. Em hêzeke perwerdekirî ne û bi her tiştî xwe em beşdarî vê tevgerê bûne. Em hêzeke rêxistinkirî û xwedî birdozî ne. Ji bo wê angaşta me şikandina dagirkeriyê ye û pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan û gelên bindest. Heya dawî jî, heya kêliya jiyana xwe a dawî em gav paşva navêjin."