Gerîla li Heftanînê ji hewayê ve li dagirkeran xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku wan ji hewayê li hêzên dagirker ên Tirk ê li herêma Heftanînê xistine û destnîşan kir ku ev çalakî bi rengekî serketî pêk hatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me yên parastina hewayî yên şehîd Delal sibeha 24'ê Adarê saet di 04:10'an li herêma Heftanînê bi balafiran bombardûman li ser dagirkerên li Girê Şehîd Sîpan kirin. Çalakî bi rengekî serketî pêk hat. Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandarê me yê fedaiyan ê nemir Savaş Maraş û hevalên pê re şehîd bûn hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî anî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişên hewayî wiha ne:

19'ê Adarê saet di 12:00 de qada Kolitê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Adarê saet di 11:00 de qada Goşînê ya herêma Xakurkê, mintiqeya Girê Rosê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Adarê saet di 11:00 de qada Saca ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye."