Gerîla li Heftanîn û Cûdî li dagirkeran da

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanîn û Cûdiyê li dijî artêşa Tirk çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên Tirk daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“29’ê Tebaxê artêşa TC’ê li devera Navsera Cûdî û Deriyê Warê yê dikeve herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên me yên li deverê ku tevgera dijmin dişopandin, di çarçoveya Pêngava Şorşeşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, 30’ê Tebaxê bi çalakiyekê hêzên dijmin ên li deverê xistin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Piştî çalakiyê û şûnde artêşa TC’ê di saet 19:30’ê şevê de bi helîkopeterên Skorsky leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûbûn ji qadê rakirin.

Ji ber topbarana ketober a artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê li herêmê şewata derketî hê jî dewam dike.

31’ê Tebaxê saet 21:40’î hêzên me, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên artêşa TC’ê yên li Girê Katosulê ya dikeve Devera Bektorya bicih bûbûn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye cezakirin.

Dîsa heman rojê çeperek dagirkeran a li heman girî hatine hedefkirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî li çeperê hate xistin, çepera dagirkeran bi temamî hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndar bûne nehatin zelalkirin.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam in, di vê çarçoveyê de;

31’ê Tebaxê saet 13:30’î Girê Sor ê herêma Avaşîn, saet 14:00’an jî devera Werxelê hatin bombekirin

31’ê Tebaxê saet 14:20 û 15:00’an devera Karker a girêdayî herêma Zapê û dîsa Tîpa T û herêma Saca hatin bombekirin.

Her wiha 31’ê Tebaxê saet 09:30’î artêşa TC’ê bi obus û hewanan devera Dola Reşmê û Şehîd Delîla yên herêma Zapê bombe kiriye. Şewata ji ber bomberdûmanê derketî hê jî dewam e.”