Gerîla li Colemêrg û Dersimê li dagirkeran da: 6 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Gever, Xakurk û navçeya Pulur a Dersimê yên li dijî artêşa Tirk de bi kêmanî 6 leşker hatine kurşin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla agahî parve kir.

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 7’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyê wiha ne;

LI GEVERÊ LI DIJÎ KAMYONEKÊ ÇALAKIYEKE YA SABOTAJÊ HATE KIRIN

Hêzên me saet 14:10’ê li dijî kamyoneke ya artêşa TC’ê ya dagirker a li navbera Girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Derman ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di çalakiyê de kamyon hate rûxandin, 3 leşkerên li nav bûn, hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê bi obus û hewanan derdor ketober bombe kirin, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûrxistine. Ji ber bomberdûmana hêzên dagirker li bejahiya Gundê Şukê şewat derket.

LI XAKURKÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ ŞEHÎD DERWEŞ ÇALAKIYEK HATE KIRIN

Hêzên me saet 22:00’an li Girê Şehîd Derwêş ê girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hêzên artêşa TC’ê ên li herêmê bicih bûbûn, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI DIJÎ KULEYA NOBEDÊ YA LI GUNDÊ SARITOSUNÊ YA PULURÊ ÇALAKÎ

5’ê Tîrmehê saet 19:30’î hêzên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra û kuleyeke ya nobedê ya artêşa TC’ê ya li gundê Saritosûn a girêdayî Herêma Pulur a Dersimê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji nêz ve bi xurtî li dijmin hate xistin de, wesayîta xirxî derb xwar, 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê 6’ê Tîrmehê di saetên sibê de dest bi operasyonê kirin, bê ku encamekê bigire vekişiyan.

ARTÊŞA TIRK GARE Û ZAPÊ BOMBE KIRIN

7’ê Tîrmehê saet 23:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker devera Deşta Kafya a girêdayî herêma Gare û devera Saca ya girêdayî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me yên gerîla.”