Gerîla li Şemzînan û Çarçellayê lê da

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çarçellayê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên şer ên ANF’ê yên li Zagrosan  ragihandin, hêzên gerîla di 28’ê Tîrmehê de di saet 04.30’an de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Sisê yê Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê çalakî li dar xistine.

Hat ragihandin ku di çalakiya gerîlayan de gelek kozik hatine îmhakirin. Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê ji nûçegîhanên me re ragihandine gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Lê têkildarî encama çalakiyê tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji aliyê din ve jî di 28’ê Tîrmehê de di saet 10.30’an de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Bayê ya Çarçellayê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de gelek konên leşkeran hatine şewitandin. Li gorî agahiyên pêşîn,a li vê derê 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku leşkerên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê hatine derxistin.

Piştî çalakiyê balefirên şer ên Tirk qadên Xakurkê, Zap û Avaşînê bomberdûman kirine. Şewata ji ber bomberdûmanê hê jî didome.

Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê dane, sewqiyata leşkerî ya ber bi Colemêrg û Çelê di du rojên dawîn de zêdetir bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyan hê daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.