Gerîla Hakî Zîlan: Armanca PDK'ê tunekirin bû, bi namerdane êriş kir

Gerîlayê HPG'ê Hakî Zîlan qala êrişa PDK'ê ya li Xelîfanê kir û got, "Bi rastî jî bi rengekî namerdane kemîn danîn û êriş kirin. Armanca wan ne dîltgirt ne jî birîndarkirin bû. Armanc şehîdxistin bû û îmhakirina koma me bû."

Gerîlayê HPG'ê Hakî Zîlan qala kemîn û êrişa namerdane ya PDK'ê kir:

"Navê min Hakî Zîlan e. Ji bo hin karî li herêma Qendîlê dimam. Piştî ku karê min qediya, li herêma Behdînanê hatim wezîfedarkirin. Koma me ya ku wê derbasî Behdînanê bibûya ji 7 kesan pêk dihat. Ji xwe di nava komê de 2 heval kûrye bûn. Beriya ku rêwîtî dest pê bike, hevalên li fermandariyê têkildarî vê rêwîtiyê hin hişyarî dan û gotin, 'Hay ji provokasyonan û pirsgirêkan hebin, bi tedbîr tevbigerin'. Em êvara 23'ê Tebaxê bi rê ketin. Ji xwe beriya me bi demekê, li herêma Bêxme ya Xelîfanê, hêzên PDK'ê êriş biribûn ser 3 hevrêyên me û agahî ji wan nehatibû wergirtin. Ji ber vê yekê, ji ber hesasiyeta pêvajoyê em jî gelekî bi baldarî û hesas nêzî vê rêwîtiyê bûn.

Heta Çemê Zê em bê pirsigrêk çûn. Ji bo kes me nebîne em bi şev dimeşiyan. Nava rojê jî em radiwestiyan, me derdora xwe û pêşiya xwe kontrol dikir. Ji xwe me xwe nêzî cihê sivîlan û nuqteyên leşkerî nedikir. Ji ber vê yekê jî rêwîtiya me hîn bêhtir dirêj bû. Şeva 28-29'ê Tebaxê em gihîştin Çemê Zê. Li cihê ku em gihîştin Çemê Zê av berfireh dibû û nizm dibû. Me xwest ji vê derê ji çem derbas bibin. Di nava avê de me yê berê xwe bidan çiyayên Behdînanê. Me timî li pêşiya xwe dinihêrî û kontrol dikir. Li wê derê ne baregeheke PDK'ê ne jî ya hêzeke din hebû. Ne jî bendeke kontrolê hebû.

HÊZÊN PDK'Ê BÊYÎ HIŞYARKIRINÊ REŞANDIN

Em ji Çemê Zê derbas bûn. Em li qiraxa çem bûn. Li pêşiya me hevalê Serdem hebû. Ji ber ku yek ji kûryeyên me bû timî li pêşiya me dimeşiya. Li pişt wî jî hevalên Şoreş Colemêrg, Şoreş Mêrdîn, Tolhildan, Axîn, Brûsk hebûn û herî dawî jî ez dimeşiyam. Navbera me ne zêde bû. Bi rêbaza meşa gerîla em ketin rêzê û meşiyan. Hîn bi qasî 100 metreyî em ji qiraxa çem çûbûn, ji nişka ve bêyî hişyarî bê dayin, bêyî deng bê kirin an jî fîşek li hewayê bê teqandin, gulebaraneke giran û bênavber bi ser me ve hate kirin. Cihê me mehkûm bû, em hinekî ji qiraxa çem çûbûn û pêşiya me cihekî vala bû. Ji xwe me destpêkê fêhm nekir bê kê êrişî me kir. Li wê qada vala, li ser girên derdorê bi cih bûbûn û bi çekên giran li me direşandin.

ARMANCA PDK'Ê QETILKIRINA ME BÛ

Bi rastî jî kemîneke bêbextî bû, êrişeke namerdane bû. Bêyî ku hişyariyê bikin, bêyî ku bipirsin bê em kî ne, bêyî ku hişyariya rawestandinê bidin yan jî bêyî ku ji bo hişyarkirinê fîşekekê li hewa biteqînin, yekser êrişî me kirin. Armanca wan ne ew bû ku me bisekinînin yan jî dîl bigirin. Bi hestên dijminane ji bo me qetil bikin êrişî me kirin. Dema ku li me reşandin, hevalên li pêşiya min ketin erdê. Min jî xwe avêt erdê. Hevalên Tolhildan, Axîn û Brûsk ên li pêşiya min di cih de şehîd bûn. Ew gelekî nêzî min bûn, min bang li wan kir, bersiv nedan. Ji ber ku li pêşiya min bûn fîşek hemû li wan ketibûn û li min neket. Min dengê nalîn û nefesa dawî ya hevalên Axîn, Tolhildan û Brûsk bihîst. Ez li cihekî nêzî tehtan bûm û min xwe xist nava tehtan.

Gulereşandina destpêkê bi qasî 15-20 deqeyan bênavber bi giranî dewam kir. Di nava vê gulereşandinê de bi dengekî bilind min bang li herdu hevalên Şoreş û Serdem kir. Lê belê min bersiv wernegirt. Ji xwe dinya tarî bû û mirov tiştek nedidît. Di wê tevlîheviyê de çeka min ji destê min ketibû. Piştî ku min fêhm kir deng ji hevalan nayê û bi yekalî gule li me tê reşandin, min fêhm kir ku heval şehîd bûne. Ji saet 02:30 heta serê sibehê dem bi dem gule direşandin. Li wê qada mehkûm tiştekî ku karibim bikim zêde tune bû, min xwe hinekî din vekişand û kamûfle kir. Min ew nedidît, lê belê dengê wan dihat. Ber destê sibehê dinya ronî bû, bêdengî çêbû û dengê wesayitên zirxî yên PDK'ê hat. Ji axaftina wan û wesayitên wan min fêhm kir ku ew PDK'î ne. Yekser hatin cihê bûyerê. Piştre li cihê ku em ketin kemînê û cihê ku heval lê bûn dem bi dem dengê gulereşandinê hat. Dengê çekên ferdî yên M16 dihat. Piştre dengê 9 fîşek û dûre 12 fîşekan li pey hev hat. Her carê dengê gulereşandina bi çekeke cuda dihat. Bi vî rengî eger hin ji hevalên min ên li erdê sax mabûn jî li wir qetil kirin. Piştre jî dengê fîşekan bi temamî qut bû.

Li cihê ku min xwe kamufle kiribû du rojan mam. Piştre ji bo ku zûka xwe bigihînim hevalan tevgeriyam. Min biryar da ku xwe bigihînim hevalên li Behdînanê. Min Behdînan nasnedikir. Lê diviya agahiyên derheqê rûdanê bigihandina hevalan. Ber bi Behdînanê ve bi rê ketim û li araziyê tim li hevalan geriyam. Jixwe dema rûdanê di ser serê min re gûle diçûn û dihatin, pêlavên min ji piyê min derketibûn. Pîxwas dimeşiyam. Min parçeyek ji kincên xwe kir da ku karibim bimeşim.  Dema ku hinekî dûr ketim min ji dûr ve cihê rûdanê didit, li wir ti niqteyeke leşkerî nebû.

PIŞTÎ 16 ROJAN MIN XWE GIHAND HEVALAN

Min xwe bi nav daristanekê ve berda. Li vê daristanê şiverêyek hebû. Di vê şivereyê re çûm û bi carekê re min du hevalên jin dîtin ku li biniya darekê rûnştibûnn. Dema ku min heval dîtin ez pir kêfxweş bûm ku nayê gotin. Min digot qey ji nû ve ji diya xwe çêbûme û tevlî nav partiyê bûme. Kêfxweşiyeke ku tevlêbûna partiyê geştir dijiyam. Min bi dengekî bilind digote, hevalan, ''Hûn heval in?'' Wan jî digot, ''belê, em heval in''. Min dubare eynî pirs ji hevalan dikir. Tişta ku bi serê me hatî min ji hevalan re got. Herdu heval jî şaş mabûn ku min karîbûye ku xwe bigihanda wan. Dema ku min ji hevalan pirsî bê ka kîjan roj e, dîrok çiye, min fêhm kir ku 16 rojan di rê de me. Dibe ku tesadûfeke pir watedar be, ji ber ku navê wan du hevalên jin ku li rasta wan hatime yê yekê jê Hêvî û ya dî jî Roj bû. Ji bo min dihate wê maneyê ku bi hêviyeke mezin ber bi rojê ve, ango pariyê me dimeşiyam.

DIVÊ HEVKARÊN DEWLETA TIRK ZANIBIN KU BI RENGEKÎ NAMERDANE ÊRIŞ KIRIN

Diyar e ku ev kemîna bi namerdî bi çi bingehê hatiye danîn. Armanc ne ew bû ku êsîr bigirin ne jî birîndar bikin. Armanc şehîdkirin û îmhakirina koma me bû .Heke armanc ne ev bûya bi kêmanî wê hişyarî bidana. Lê wan nokeran bi vê çarçoweyê li me reşandin. Hemû hevalên di koma me de heta hilma xwe ya dawî jî xeyal dikirin ku biçin çiyayên Dersim, Serhed, Botanê û bigihin Kurdistana azad. Van hevalan hemû gavên xwe wiha avêtin. Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdsitanê û hemû gelê Kurd ê welatparêz, ciwanên xwedî şeref û namûr, ên ku wê çeka van hevrêyan rakin û li doza wan xwedî derkevin, divê zanibin nokerên dewleta Tirk êrîşeke çawa ya bi nemerdî anîne. Bi vê çarçoeyê hemû ciwanên Kurd divê li dozê xwedî derkevin. Ez ê jî heta dawiyê li ser şopa van lehengan bimeşim."