Gerîla dixwaze sala 2019'an bikin sala serfiraziyê

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê Bahar Zagros û Mazlûm Şahîn pêngavên ku 2018'an li dijî artêşa Tirk dane destpêkirin nirxandin û gotin, ''saleke tije serkeftin bû''.

Gerîla Mazlûm Şahîn ji 2008'an ve li qada Zapê di nav şerê giran de cihê xwe girtiye. Artêşa Tirk di serî de li ser Zapê gelek caran êrîş birin ser Qadên Parastina Medyayê û hewldana dagirkeriyê kir. Şahîn li ser armanca van êrîşan û çalakiyên gerîla yên li dijî van êrîşan axivî:

''Pêşî ez Rêbertiya me slav dikim. Her wiha hemû hevalên ku niha li mewziyan li dijî dijminê faşîst li ber xwe didin û li gel hemû zextan jî naşikin, gelê me û hevrêyên me ku di greva birçîbûnê de ne slav dikim. Gerîla ev 40 sal in li dijî hemû êrîşan berxwedaniyeke mezin dike. Herêma Zapê qadeke wiha ye ku gerîlatî lê geş bûye, tecrûbeyeke mezin lê hatiye jiyîn. Ji dema ku gerîlatî lê geş bûye, li dijî gerîlatiya Zapê êrîşeke giran tê kirin. Ji vî alî ve Keleha Berxwedanê Zapê xwedî cihekî girîng û stratejîk e. Rêbertî jî ji bo Zapê dibêje, ''Komara Zapê''. Ji vî alî ve Zap qadeke bi heybet e.''

LI PAŞ XWE JÎ NENERÎN Û REVÎN

''2008'an di operasyona Zapê de ya dema generaltiya Yaşar Buyukanit, teknîkeke nû dane pêş. Cara pêşî balafirên keşfê û şer bi kar anîn. Pir baweriya xwe bi teknîka xwe anîbûn ku wê gerîla pê tasfiye bikin...Dewletên netewî destekeke mezin dana artêşa Tirk. Dewleta Tirk di çapemeniya xwe de digot, ''Li Zapê gerîla neman, giş tinebûn, çend kesên ku mane jî bi dest em ê wan biqefêlin.''. Lê 2008'an ti prestîja artêşa Tirk nema. Armanca wan ew bû ku li Zapê û Qadên Parastina Medyayê alayên xwe li ba bikin lê gerîla bersiveke tund da wan. Hatin lê nema karîbûn vegerin. Bi zorê xwe xilas kirin. Skorsky tije leşker dikirin û direvîn. Hemû malzemeyê leşkerî hiştibûn. Rêbertî di vê mijarê de hişyarî dabû dewleta Tirk. Gotibû, ''Heke hûn ê werin Komara Zapê hûn ê ya xwe bibînin'' û wiha bû. Li pey xwe jî nenerîn û revîn.''

DI ŞEXSÊ ZAPÊ DE DÎROKÊ DÎSA DUBARE KIR

Gerîla Mazlûm Şahîn bi domdarî got, ''Hedef ne tenê PKK bû, hedef gelê me yê Başûr û Rojhilat bû'', bi bîr xist ku dewleta Tirk 2016'an dîsa êrî aniye û domand:

''Hemû hêza xwe, a rast teknîka xwe li dijî Zapê bi kar anîn. Teknîka herî modern a cîhanê T.C'ê li dijî gerîlayên azadiyê bi kar anî. 2016'an şerê Zapê bi hemû aliyên xwe ve li ber çavan bû. Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li ber çavê hemû cîhanê bû, dîrokê di şexsê Zapê de dîsa dubare kiribû. Ti têkiliya êrîşa li ser me bi şer re tinebû. Artêşa Tirk ne artêşeke wiha ye ku singesing şer bike. Niha 3 gerîla dikare li dijî bi 100'an leşkerên Tirk şer bike. Dema ku mirov niha li bicihbûna wan a li Qadên Parastina Medyayê binere, ev ê were fêhmkirin. Zivistanî dixwazin li ser giran bimînin lê ji ber ku ti vîna leşkerên wan tine ji serma diqufilin û dimirin.''

2019 WÊ BIBE SALA SERFIRAZIYÊ

Li ser armancên sala 2019'an jî gerîlayê HPG'ê Mazlûm Şahîn wiha axivî:
''Armanca me ya sereke ya ji bo sala 2019'an azadiya Rêbertî ye. Rêbertiya me bi ramanî jixwe azad e lê armanca me ya sereke ew e ku em azadiya wî ya fizîkî pêk bînin û dixwazin li çiyayên azad bibînin. Her wiha hedefa me ew e ku di gerîlatiyê de rihê serdemê zevt bikin, nûjen bikin, bi şêwaz û taktîkeke nû têkoşînê geş bikin. Di serî de ciwanÊn me, gemû gelê me divê rêxistiniya xwe bike û têra xwe bike. Her kes ji eniya xwe ve li herêma xwe divê li dijî faşîzmê têkoşînê geş bike. Bi îdîaya mezin em ji niha ve her kesî slav dikin. Evê bibe sala serfiraziyê.''

'GERÎLA DIJMIN ŞOK KIRIN'

Gerîlaya YJA Starê Bahar Zagros jî bi taybetî êrîşên li ser Xakurkê nirxand. Dewleta Tirk biharî berê xwe da qada Xakurkê. Lê ev salek e ji girê Lêlikanê nebihurî. Zagros a ku di nav vî şerî de mayî wiha got:
''Artêşa T.C'ê destpêka sala 2018'an êrîşên dagirker bire ser qada Xakurkê lê dema ku hatî jixwe şikest. Heme xeyala Qendîlê bi xeyalî ma û hem jî li Xakurkê derbên giran xwarin. Wêrekiya hevalan, rihê fedayî dema ku bi ser dijmin de diçûn, asêbûna li serkeftinê dijmin şok kir.

Li cihên ku qet ne li bendê bûn derbên giran xwarin. Hevalan ti asteng li ber xwe nedîtin. Wêrekiya hevalan, fedekarî û serkeftina wan dihate dîtin. Nexasim pêşengiya hevalên jin, wêrekiya wan pir karîger bû. T.C li Xakurkêş şikest û di vê şikestina rola hevalên jin sereke bû. Carinan rojê 3 çalakî jî dihatin kirin. Ev rewş hê jî didome û wê bidome. Dijmin li Xakurkê rojekê jî rehet nehate hiştin, wê rehet neyê hiştin jî. Jixwe poşman bûn ku hatin.''
'
BI ÎDÎAYA SERFIRAZIYÊ SALA NÛ

Bahar Zagros herî dawîli ser armancên xwe yên sala nû û wê çawa bikevin sala nû de axivî:
''Îsal bi giyanekî mezin ê serfiraziyê em ketin sala 41'ê. Bi coşiyeke mezin me pîroz kir. Bi îdîaya vê coşî û serfiraziyê em ê sala nû pêşwazî bikin. Bi taktîkên nû em xwedî îdîa ne ku li ser xaka Kurdistanê yek leşkerî nehêlin. Ez ji niha ve serkeftinê ji her kesî re dixwazim ku wê bi sala serfiraziyê ya PKK'ê bikevin sala nû. Teqez e ku em ê bi ser bikevin.''