Gerîla di mehekê de 10 pirtûk derxistin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tenê şer nîn e, di wan çiyan de li gel hemû êrîşan tevgerek, lêkolînek û afirînêrî xwe dide pêş. Pirtûkên nû ji Akademiya Zanist û Civakê ya Abdullah Ocalan derketin.

Li Heremên Parastinê yên Medyayê tenê şer nîne, di wan çiyan de li gel hemû êrîşan tevgerek, lêkolînek û afîrînêrî xwe dide pêş. Her jiyaneke gerîla hêjayî nivîsandinê ye, ev jiyan bi pênûsê tê ziman û bi ked û berdêleke mezin teşe digre, dibe pirtûk ji bo zarokên welatê êgir.  

Ev pirtûk bi zimanê Kurdî (bi zaravayê Kurmancî, Kirmackî, Soranî) Tirkî, Erebî, Farsî ji aliyê Akademiya Zanist û Civakê ya Abdullah OCALAN ve, ji aliyê Ocaxa PKK'ê Ya Sakîne Cansiz, Akademiya Şehîd Sefqan û Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê ve tên çapkirin.

Di van pirtûkan de piranî zanista jiyanê, çand, wêje, bêhempabûna erdnîgariya Kurdistanê, xweşikbûna çiya, dar û ber, av, şînatî û lawirên Kurdistanê têne vegotin û tasvîrkirin. Di van pûrtûkan de ji aliyê felsefe, zanist, mîtolojî û pêlên fikrî  ve ve mijara têne lêkolan, têne berfirehkirin.

Pirtûkê ku meha Kanûnê gerîla çapkirina ev in;

Pirtûkên fikrî, bîrdozî, felsefî yên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wek Parastina gelekî, pirtûka Dûran Kalkan a 'Dîroka PKK'ê, pirtûka Nûrettîn Demîrtaş a bi navê 'Çanda ku serî hildide', du pirtûkên Sînan Şahîn ê bi navê, ' Pirsgirên me yên kadrobûn û pêşengtiyê, sedem û encamê şerê cîhanê yê yekemîn', pirtûka Mûstafa Delen a bi navê 'Yuregînî Klavûz Yapanlar' a ku behsa têkoşîna komek ciwanên ku beşdarê nava refên PKK'ê dibin dike. Pirtûka Dilzar Dîlok a bi navê 'Jineolojî', pirtûka Xelîl Dag a bi navê 'Nivîsên Çiyê', pirtûka Mûnzûr Varto a bi navê 'Rondikên Binevşan' hatine çapkirin.

Naveroka hin pirtûkan wiha ye; "Di pirtûka bi navê 'Rondikên Binevşan' de a ku ji aliyê Mûnzûr Varto ve hatiye nivîsîn, ku Varto  di zîndanê de dîl e, piştre jî ji aliyê Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê hewceyî pê hatiye dîtin ku were serarestkirin. Rondikê Binevşan bi qasî ku bêhempabûna erdnîgariya Kurdistanê, xweşikbûna çiya, dar û ber, av şînatî û lawirên Kurdistanê vedibêje û taswîr dike, têkilî û yekparetiya di navbera gerîlla û jiyana xwezayî de jî di hinav xwe de dihewîne.''

Heman demê Komîteye Şehîdan a PKK'ê nivîsê Xelîl Dag çap kiriye û di vê pirtûka wê de hevalên Xelîl Dag wiha behsa Xelîl Dag dikin; "Xelîl, heyranekî paqij û bêbermahî yê Rêber Apo bû. Sedema vê heyranbûnê, bi qasî ku temsîla rast a rêgezên azadî, wekhevî û demokrasiyê tê de didît, terza xebatê ya pir hesas ku ji bo bi serxistina armancê nîşan dida bû. Terza xebatê ya hesas ku Rêber Apo di qada teorî, siyaset û rêxistinê de pêk dianî, hevalê Xelîl jî di qada propaganda û hûnerî de pêk anî."

Derveyî van pirtûkê li ser bîranînên gerîla, pirtûkê li ser bîrdoziya azadiya jinê jî hatine çapkirin ji ber ku, jin di dîrokê de diyardeya ku herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Lê weke ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ne dîroka koletiya jinê ne jî dîroka azadiya jinê hatiye nivîsandin. Ji ber vê jî Weşanên Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz ji bo zanista jinê an jî zanista jiyanê ya ku birêz Ocalan wek 'Jineolojî' pênasekiriye Dilzar Dîlok jî wek jinek ji bo rastiya jiyanê tariyê de nemîne pirtûka bi navê 'Jineolojî' nivîsandiye. Di vê pirtûkê de behsa ew dîroka berovajî, ji her alî ve lêpirsîn dike. Hemû nêrîn, pêşderazîbûn, dîtin û biryarên ku dervayî vîna jinê, li ser wê hatine pêş xistin lêpirsîn dike û di şexsê jinê de dikeve nava lêgerîna jiyan û civakbûnek nû. Îro jineolojî  ji bo me çi îfade dike? Wê di kesayet û jiyana me de guhertinên çawa bike? Dê pirsgirekên civakî ku tên jiyîn re çareseriyên çawa pêş bixe? Em ê çawa jinê fêhm û hîs bikin? Em ê çawa xwe û zayenda dijberî xwe nas bikin? Ya herî girîng jî li ser esasê jineolojiyê wê hevjiyana azad çawa were pêş xistin? Ev pirtûk hewil dide ku van pirsan û zêdetirê wan bibersivîne.

Di heman demê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê her meh kovarên fikrî, bîrdozî û çandî tên derxistin. Di van kovaran de yek jî kovara çand, civaka dîrokî û mirovahiyê 'Kovara Mizgîn' e. Di qada çand û hûnerê de bi rêya Kovara Mizgîn  nêrîn û ramana TEV-ÇAND bi xwendevanê xwe re par ve dikin. Di vê kovarê de fikrên Rêberê gelê Kurd li ser çand û hûnerê, wêjeya ku bi pênûsa gerîla ve bi pêş dikeve, çanda rêxistinê, li ser ziman, mûzîk, şano, helbest, nivîs têne nivîsandin û ew çanda berxwedêr her tim zindî dimîne û xwe nû dike. Xebatên çand û hûnerê xebatên qada bîrdozî ne û xebatê menewiyatê ne. Xebatên hest û ramanê ne. Tevgera çand û hûnerê jî hemû hêza xwe ji çand û exlaqê PKK'ê û şehîdan digre. Li ser vî esasî Kovara Mizgîn ji bo çanda PKK'ê bide fêmkirin û pêş bixe, xebatê xwe dimeşîne.

Çend rêzikêk ji Kovara Mizgîn:

"Gul li gulê dinêre û vedibe"
"Dilê mezin pîr nabe"
"Tava serê sibê zînet e, dide serê yê bê xîret e"
"Gotinên xweş bihara dilan e"
"Ronya rojê ji genim re bav e û dayika wê jî av e"
"Masiyê çem, di ava deryayê de najîn"
"Çav dibîne û dil bi bîr tîne"
"Hêvî ji serketinê bihatir e"
"Kî hêviyan winda bike, bê dîn û îman dibe"