Gerîla Devran qala Nûşînda Amed kir

Gerîla Devran qala yek ji gerîlayên YJA Starê Nûşînda Amed kir ku sala 2019'an şehîd bû.

Dema ku em gihîştin nuqteya dawî komek ji gerîla ya li dora agir rûniştibû em pêşwazî kir. Di nava bêdengiya berfê de bi çayekê em jî tevlî sohbetê bûn. Gerîla Devran got, "Nepenîtiya çiyê di dostaniyê de veşartî ye" û qala gerîla Nûşînda kir ku bi hev re tevlî gelek çalakiyan bû. Dema ku qalê dikir wêneyek jî nîşan dida.

Şukran Cafrî ku li Amedê ji dayik bû û mezin bû, li dijî dijminatiya dewletê ya li Kurdan gihîşt wê baweriyê ku divê tiştek bê kirin û biryar da di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Şukran a ku dest bi jiyaneke nû kir navê 'Nûşînda Amed' li xwe kir. Şukran êdî yek ji gerîlayên YJA Starê Nûşînda Amed e. Di demeke kurt de bi rengînî û hevrêtiya xwe hate hezkirin. Gerîla Nûşînda Amed bêtirs tevlî gelek çalakiyan bû. Di sala 2018'an de di şerekî dijî artêşa Tirk de bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.

Gerîla Devran dema qala bîranînînên Nûşînda kir, bal kişand ser hewldanên wê yên ji bo guhertin û watedarkirina jiyanê. Devran bi vî rengî qala sekna wê ya di dema çalakiyekê de kir: "Ji bo çalakiyê amadekarî hatibû kirin. Em çar heval bi rê ketin. Diviyabû em gelekî bimeşiyan. Rawestandin ji bo wê tine bû. Ji ber ku bihar bû ava çem bilind bûbû. Em dudil bûn ku ji çem derbas bibin yan na, Nûşînda yekser da pêş. Got, 'Bila her kes bi destê hev bigire û weke xelekekê em ê ji çem derbas bibin'. Biryardarî û wêrekiya wê bandor li me kiribû. Wê da pêş û em bi hev re ji çem derbas bûn."