Gerîlayên HPG/YJA Star ên di Pêngava Bazên Zagrosan û Cenga Heftanînê de cihê xwe digirin, her roj derbên xurt li artêşa Tirk a dagireker didin.
Gerîlaya YJA Starê Destîna ya di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de digire, diyar kir ku daxwaza gerîlayan hemûyan bi taybetî jî ya gerîlayên YJA Starê ew e ku hêza jinê di operasyonê de derxînin holê û bidin nîşandan.
Gerîla YJA Starê Destîna bal kişand ser rola gerîlayên YJA Starê ya li nava Cenga Xabûrê û wiha domand: "Hevrêyên jin hemû ên di pêngava Cenga Xabûrê de cihê xwe digirin, dixwazin hêza jinê bidin nîşandan û derxînin holê ye. Gavê bi dijmin paşve bide avêtin. Bi vê yekê re jî wê hêzeke mezin bide tevgera me ya jinê. Jinên li nava civakê jî wê ji vê yekê bêhtir hêviyê werbigirin. Armanca me ye ku jin bi rengekî azad li van çiyayan bijîn."
Destîna qala armancên xwe kir û wiha pêde çû: "Armanca me ew e ku dijmin ji van deran derxînin. Bi awayekî azad li van çiyayan bijîn. A di vê operasyonê de bi ser bikeve wê hêza jinê be. Jin wê xwe azad bikin û bi ser bikevin."