Gerîla derbên giran li dagirkeran da: 11 leşker hatin kuştin

Hêzên gerîla li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî kirin. Di çalakiyên hatin kirin de 11 leşker hatin kuştin, helîkopterke jî hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

“Rejîma faşîst a hemû destkeftiyên gelê Kurd tine bike dane pêşiya xwe êrîşî Şoreşa Rojava kir û bi bikaranîna leşker û hemû hêzên xwe yên dîplomatîk dixwaze Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fetisîne û dixwaze bi temamî tine bike. Şoreşa Rojava ya bûye hêviya hemû gelan, ev dewleta faşîst dixwaze bi tememî pêkhateyên herêmê tine bike. Ev dagirkeriyeke ku hemû gelê Kurdistanê ji holê rabike ye. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê wê li dijî van êrîşên ku nirxû azadiyagelê Kurd dike hedef li her cihê lê ne li dijî dagirkeriyê berxwedanê mezin bike.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd  Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên li dijî artêşa TC a faşîst berfireh bûye û gelek leşker hatine kuştin.

9’ê Cotmehê saet 09:30’î de hêzên YJA Star li dijî leşkerên li Girê Xwedê ya girêdayî Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyeke sekvaniyê kiriye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

10’ê Cotmehê saet 15:00’ê hêzên me li dijî yekîneya operasyona artêşa TC’ê ya li Girê Koordîne ya herêma Xakurkê ya Herêma Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Di vê çalakiya bi dijwarî li çeper û kozikên dijmin hate lêdan de 7 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Her wiha tanekek ku li herêmê bû jî ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin. Derbeke giran li tankê ket.

HEman rojê saet 20:00’ê helîkopterek bi tîpa Skorsky ya artêşa TC’ê dema dixwest leşker dane ser Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê bûn hedefa hêzên me yên gerîla. Di vê çalakiya bi xurtî li helîkopterê hate xistin de, derbeke giran gihiştê. Heman demê hêzên me bi xurtî li çeper û kozikên dijmin jî dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Balafirên şer ên Tirk jî 9’ê Cotmehê saet 11:00’ê devera Gundê Guzê ya Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”