Gerîla bi sirûştê re dibe yek..

Çenteyên çiyageran fosforî ne, dema ku winda bibin dixwazin werin dîtin lê dema ku yê li çiyager gerîla be mesele diguhere. Çente, çek, jerjor û mitrikên avêli gorî şertên jiyanê yên gerîla reng diguherin.

Dema ku li şiverêyeke şînahî em dimeşin xalxalek tê ber guhê me. Ji ber ku, dema her dever bi bereketa dayika sirûştê dibe şînkahî mirov berê xwe bide kûdrê mirov dibine ku avên ku ji bilind diherikin ber bi geliyan ve dibine cihok. Pêşî em dibejin denge ku em dibihîsin dibe ku denge avê be, her ku em bi pêş ve diçin dengê wê zêdetir dibe û wek ku ber bi me ve tê.

Carinan ji me weye ku em ber bi wî cihî ve diçin ku deng jê tê. Gerîlayê li rex me û rêzan û mazûvaniyê dike, yê bê tawîz, bi rengê xwe weke ku bibêje, ‘’ez jî pê nizanim’’. Piştî bi 10 deqeyan em têdigihijin ku em ber bi denge jenaratorekî ve diçin. Rêzanê me yê bê tawîz dibêje, ‘’ev der cihê dirûtinê ye’’.

Têkoşîna domdirêj a gerîlayên azadiya Kurdistanê her ku diçe li cografyayên cuda berbelav dibe. Ji bo ku mirov li ser wan hêmanên ku vê têkoşîna domdirj li ser piyan dihêle tespîtan bike hewceyî bi xebatên profesyonel heye lê li gel bawerî, hevrêtî, armancê û hê jî hebûna mêtingeriyê, li nav gerîla profesyoneltî hêmaneke sereke ye.

HÛN GERÎLA NABÎNIN LÊ GERÎLA WE DIBÎNE

Ên ku ji bo sporê çiyageriyê hildibijêrin dema ku çenteyê li gorî sirûştê davêjin ser milên xwe bi mîsogerî tiştekî bi fosforî li ser heye. Çiyagerî wiha ye; xwedê neke nîvê şevekê dema ku mirov winda bibe, ev parçeyê fosforî yê biçûk dibe ku çiyager xilas bike. Ji bo gerîlayê Kurdistanê ev parçeyê kiçik ê fosforî  ‘guhnedana ewlehiyê’ ye, ji ber ku gerîla ‘divê neyê nedîtin’’. Hûn lê gerin nabîbinin lê dema ku wan xwest di cih de dikarin xwe şanî we bidin.

TENÊ KAMÛFLAJ LÊ YA HER TIŞTÎ

Em werin ser çente, çek, mitrikê avê. Cihê dirûtinê ya ku em dikevinê ne bi şertên cihê dirûtinê yê asayî ye. Piştî ku yên li hundir bi dilgermî slavekê didin, em pirsa dikin bê ka ew çi dikin, ew dibêjin, ‘’kamûflaj’’. Belê, tenê kamûflajan çêdikin û çi tiştê kut ê bîra mirov, saetên destan, çenteyê gerîla ku heta sax e li ser milan e, çek, jarjor û bombeyan. Kêferateke zêde heye. Bi fikra ku ji bo em divê zêdetir wan ji karê wan negirin, piştî ku em ça aya xwe vedixwin ji wan re dibêjin, ‘’qewet be’’ û dibêjin em dixwazin biçin.

Li ser û berê me dinerin, li pora me dinerin, bi daxwaze ku bibêjine me ‘’divê em kamufle bikin’’, em jî dibêjin, ‘’tiştek nabe’’. Dibêjin, ‘’dibe, dibe’’, komkujiyên artêşa Tirk a li Behdînan û gundên wê bi bîr dixin. Heqê wan heye. Dewleta Tirk ku di hiqûqê şer nas nake, bi êrîşên hovene bi sedan sivîl qetil kirine û ji bilî gerîla kes hesab napirse, divê mirov heq bide gerîlayên li cihê dirûtinê.