Gerîla bi ruhê 14’ê Tîrmehê lê dide: 32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi ruhê berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê didome. Di çalakiyan de 32 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatine birîndarkirin û derb li dronekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev daxuyanî da:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixînin.  Tîmên me yên gerok di çalakiyan de 32 dagirker ceza kirin, 2 dagirker birîndar kirine, derb li 2 helîkopter û dronekê xistine. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcê şer dike, 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 6 caran balefirên şer, bi dehan caran jî bi helîkopterên êrîşê û obusan Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 7’ê Tîrmehê de saet di 10.35’an û 11.10’an de dema dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Umîd de bûn, tîmên me yên YJA Starê bi taktîka sûîkastê 2 caran li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê de saet di navbera 12.30 û 17.00’an de dagirkeran hewl dan têkevin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kokerê. Hêzên me bi bombeyên destan û çekan li dagirkeran dan. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar mane vekişin.

Di 7’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê li dronekê dane.

Di 8’ê Tîrmehê de saet di 05.50’an de tîmên me yên gerok bi çalakiyeke gerîlayan a bi koordîne li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê xistine. Hêzên me bi çekên giran û şexsî li dagirkeran dane, di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 5 û 6’ê Tîrmehê de li Sêdarê ya Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê de hêzên me 12 caran bi sabotajê li dagirkeran dane û li vir herî kêm 12 dagirker hatine cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê de saet di 03.15 û 19.30’an de li Qada Berxwedanê ya  Girê Amêdiyê hêzên me yên YJA-Starê du caran bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dane û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê de di dahnê nîvro de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin, hêzên me sê caran bi sabotajê li dagirkeran dan û 7 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, êvarî bi helîkopterê mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistin.

Di 7’ê Tîrmehê de piştî ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin bin kontrola hêzên me saet di 10.20’an de 3 caran bi taktîkên sabotajê bûn hedef û 6 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşkar, obus û 10 caran bi balafirên şer qada çalakiyê ya ku cenazeyên leşkeran lê bûn bomberdûman kir, artêşa Tirk a dagirker xwest bi temamî cenazeyên xwe tine bike. Cenazeyên perçebûyî ji aliyê dagirkeran ve li herêmê hatin hiştin.

Di 7’ê Tîrmehê saet 16:50’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê yê Girê Cûdî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkeke sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 7’ê Tîrmehê de helîkopterên Skorsky ên xwestin li Qada Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyê leşker bi cih bikin, rastî gulebarana hêzên me ên bi bandor hatin. 2 helîkopterên ku hatin derbkirin neçar man ku ji herêmê derkevin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirine;

Di 7 û 8’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Karker, Kokerê, Şehîd Şahîn û Girê Cûdî 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer kirine,

Di 7’ê Tîrmehê de li ser Girê Cûdî, Girê Amediyê û Qadên Berxwedanê yên Girê FM’ê balafirên keşfê bê navber geriyaye.

Di 7’ê Tîrmehê de Dola Mehranê ya Garê û Sîda, Saca û Çemço yên Zapê 6 caran bi balafirên şer hatine bombe kirin.

Di 7 û 8’ê Tîrmehê de Girê Hakkarî, Girê Şehîd Piling, Girê Şehîd Pîrdoxan, Girê Amediyê, Qada Navîn û herêma Girê Cûdî; Herêmên Kurojahro, Saca, Girê Mamreş, Şehîd Dîdar, Şehîd Harûn, Şehîd Tolhildan ên Zapê û qada Werxelê ya Avaşînê bi dehan caran bi helîkopterên êrîşê û obusan hatin bombekirin.”