Gerîla Bêrîtan Çiya: Em ê bidin pey çirûska Zîlan

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Çiya got, "Çawa ku hevala Zîlan xwe kir goga ji agir û li dilê dijmin xist, weke şopdarê wê em ê jî têkoşîna xwe heta dilopa xwe ya dawî dewam bikin û bibin şopdara çirûska wê."

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Çiya Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî kir.

Bêrîtan Çiya anî ziman ku Zîlan wê demê metirsiya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ît, lewma çalakiyeke bi vî rengî kir û got, "Bandora çalakiya hevala Zîlan hîn jî dewam dike. Dijmin her roj bi vê tirsê tevdigere. Şehîd Zîlan şervaneke ku salek bû tevlî bûbû. Di jiyana gerîla de felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiribû esas. Di şexsê hevala Zîlan de disoziya bi Rêbertî, dilsoziya jinê ya bi xakê re bi rengekî eşkere tê dîtin.

Hevala Zîlan weke jineke şoreşger ji me hemûyan re bû pêşeng. Em li ser şopa fermandar Zîlan dimeşin. Gerîlayên azadiyê îro li dijî dijmin bi ruhê Zîlan têdikoşin. Hevalên me yên li tunelên şer li ber xwe dan; hevala Avzem, hevalê Bager, hevala Arîn, hevalê Şerzan û hevalên din şopdarên hevala Zîlan in. Kesayetî, ruhê fedaî yê Zîlan ji xwe re kirin mînak û xeta Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê dan. Têkoşîna ku niha li çiyayên Kurdistanê tê meşandin dewama xeta fedaî ya Zîlan e. Çawa ku hevala Zîlan xwe kir goga ji agir û li dilê dijmin xist, weke şopdarên wê em ê jî têkoşîna xwe heta dilopa dawî ya xwîna xwe dewam bikin û mezin bikin. Em xwedî li hevala Zîlan derdikevin. Em soz didin ku bidin pey çirûska şehîd Zîlan."