Gerîla Baran Şamerî: Ji bo jiyaneke nû bi rê ketim

Baran rojekê rabû, ji Qûweytê, ji Sûriyeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Gerîlayê HPG'ê Baran Şamerî ji têkoşîna hevpar a gelên kurd, Ereb, Suryan bawer kir û li Behdînanê ji bo jiyaneke nû gav avêt.

Gerîlayê HPG'ê Baran Şamerî got, bi bandora fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ket û anî ziman ku bi naskirina tevgera PKK'ê biryar da bibe şervanekî azadiyê.

Şamerî destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan wê gelên Rojhilata Navîn li hev bicivîne û got, "Paradîgmaya Rêbertî li Sûriyeyê û li nava gelan rêya vejîn û rizgariyê ye. Şoreşa Rojava bû çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê. Kurdan li Sûriyeyê, li Rojava berxwedaneke mezin nîşan dan. Terora DAÎŞ'ê hewl da li Sûriyeyê metirsiyeke mezin biafirîne. DAÎŞ'ê bi navê Îslama radîkal û komên radîkal gef li gelên Rojhilata Navîn xwar. Gelek xisar li Sûriyeyê kir. Şervanên Kurd li Rojava berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Me ev yek li Reqa, Dêra Zor û Minbicê dît."

Şamerî anî ziman ku du sal in li çiyayên Kurdistanê ye û wiha dewam kir, "Ji bo min jiyana gerîla pîroz e. Li çiyayên Kurdistanê manewiyatek û hevrêtiyeke mezin heye. Jiyana azad a Kurdan bandoreke mezin li min kir. Ji bo min sedema herî mezin a tevlîbûna li nava refên PKK'ê hînbûna jiyaneke nû û têkoşîneke nû bû."