Gerîla Avareş: Botan cihê hesab pirsînê ye

Gerîlaya YJA Star Arîn Avareş ji bo Botanê got: “Cihê herî xweş ê li hevkombûna hevrêtî û dîsa cihê herî dijwar ê hesab pirsîna ji dijmin e.”

Gerîlaya YJA Starê Arîn Avareş a yek ji şahida Pêngava 15’ê Tebaxê û behsa gava yekem a gerîlayîbûna xwe ya li Botanê yê Fermandanrê Efsûnewî Mehsûm Korkmaz (Egîd) jê rabûyî û qala Botanê kir.

'CIHÊ GIHIŞTINA HEV A HEVRÊTÎ Û HESBPIRSÎNA JI DIJMIN E…’

Avareş got: “Cihê herî xweş ê li hevkombûna hevrêtî û dîsa cihê herî dijwar ê hesab pirsîna ji dijmin e. Cihê yekem li Botanê min gav lê avêtî devera Besta bû. Besta yek ji cihê herî xweş ê gerîlabûnê ye û dîsa ji bo min cihê yekem min lê dest bi gav avêtin û meşînê kirî bû. Li cihê yekem li nava gerîla mirov lê gav bavêje, ew cih her cihekî cuda ye ji bo mirov, ti car jî bîr nake. Di warê menewî de pir cuda ye. Di nava gerîla de gava yekem min li wir avêt, lê di warê emel de min li Herekolê mam.”

 ‘FÊRÎ GIRÊDANBÛNÊ BÛM’

Gerîla Avareş anî ziman ku li Herekolê di warê leşkerî de gavê yekem avêtiye û got: “Qada Herekol cihê yekem min lê şer kir, cihê yekem min lê çek bikar anî ye. Cihê lê fêrî rêkûpêkiya gerîla, displîn, gerîlatî, li ser kûrbûna taktîkê şer û dîsa pêşxistina wê bû. Di vî warî de ji bo pênasekirina Herekol an jî li wir bûna gerîlayek pir zehemt e. Heman tişt ji bo devera Garisa jî derbasdar e. Hevrêbûna yekem li vir min nas kir, li vir bûm şahidê şehîdbûna hevtêtiyê jî û fêrî girêdanbûnê bûm. Min li vir hevrê Armanç, Hebûn û Bahoz nas kir. Her yek ji bo min lehengek bûn.”

‘BÊHNA LEHENGIYÊ JI GABARÊ TÊ’

Avareş destnîşan kir ku piştre jî derbasî devera Gabarê bûye û wiha pêde çû: “Bêhna Fermandar Egîd ji Gaberê dihat. Di her gava dihate avêtin de, dîsa di her pratîkê de, li her darê te hîs dikir ku ked û bêhna wî tê mirov. Bi vê zanabûnê kar kirin û li wir şerkirin cuda bû. Li welatê Kurdistan eger ku ji bo gerîla cinetek hebe, ew jî Gabar e. Çiya ewqasî dibe xweş bê dîtin. Çiya ewqasî bi heybet û ciwan dibin. Cinet e. Di warê bejahî û mercên xwezayê de jî tam cihê gerîla ye. Şert û merc zehmet e. Ji xwe ma gerîla jî ne ev bi xwe ye? Dema di wan patîkan de dimeşî dibêjî; ‘Ez gerîla me’.”

 ‘ŞOPÊN HEVRÊ EGÎD…’

Gerîlaya YJA Star Arîn Avareş bi domdarî got: “Li cihê ku me gerîlatî dikir û her cihê em lê dirûniştin bi rastî şopên hevrê Egîd hebûn. Ev cih mîrasên wî ji bo me hiştibûn. Li van deran gavên yekem ên gerîla Fermandar Egîd avêtin. Ji bo vê bêhna wî xwe li her cihên van deran dabû, xwîna wî rijahabûn ser û xwêdan wî rijhabûn ser. Êdî tu kes nikare vê xwêdan û xwînê jê bibe. Êdî tu kes nikare vê bêhnê jê bibe. Her cihê çavê gerîla lê ketî êdî tu kes nikare tine bike. Di nava dîrokeke wiha de cih girtin pir cuda ye. Di nava vê dîrokê de zindî jiyîn, cih girtin, rol lîstin hêzekî cuda dide.”